Daxûyanî

Roja Zimanê Kurdî

Em ê li zimanê xwe xwedî derkevin

Di sala 2006ê de bi hewl û xebata çendîn zimanzan, rewşenbîr û xemxwerên zimanê kurdî ya şîrîn roja 15ê gulanê bi fermî wek Roja Zimanê Kurdî hat ragehandin û pîroz kirin. Ji vê rojê heya niha hemû saziyên bi zimanê kurdî ve têkildar, vê rojê pîroz dikin û pîroziya hebûna wê jî bilind dinirxînin. Em jî wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa –YMK vê roja pîroz li hemû Kurd û axaftingerên zimanê kurdî pîroz dikin û bilind dinirxînin. Lê pîrozkirina vê rojê bi çend hevokan li ser rûpelan an jî bi çend peyvan li ser kanalên ragehandinê têrê nake ku ew zulm û zordariya di dirêjahiya dîrokê de li dijî Zimanê Kurdî hatiye kirin û hê jî tê kirin, rabe.

Da ku Zimanê me, wek zimanek zindî bimîne û wek her zimanek din li vê cîhanê rola xwe ya giring bilîze, divê em bi vî awayê li jêr xizmeta Zimanê xwe yê şîrîn bikin:

  • Îro dem hat ku kesên pispor û saziyên taybet di aliyê ziman de xwe bikin yek ji bo avakirina zimanê STANDART.
  • Hemû zanîngeh, xwendingeh, saziyên Kurdî û Kurdistanî, mamoste, nivîskar, rojnamevan, lêkolîner, siyasetmedar, hunermend û… htd. Zimanê Kurdî bi zimanê xwe yê yekê bizanin û nivîsînên xwe, û li ser rûpelên xwe di torên civakî de bi zimanê xwe yê zikmakî belav bikin, ne bi zimanek din.
  • Eger îro roj hevrikî û nakokî di navbera partiyên me yên siyasî de hebin jî, lê ji bona ziman divê yek deng û yek dest bin, ji ber ku di baweriya me de parastina ZIMAN xalek hevbeş e di nava armancên hemû partên Kurdî û Kurdistanî de. Ev ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve hemû partiyên siyasî kar û xebatê ji bo parastina nasnameya miletê xwe dikin, nasnama miletan jî zimanê wan e. Eger miletek zimanê xwe ji dest bide wata wî miletî nasnama xwe ji dest da.

Bi sedan sal in, neyarên me hewil didin me ji holê rakin û dest dayinin ser çand û zimanê me û bi hemû awayan hewil dane nasnameya me bi rêya qedexe kirina zimanê me winda bikin û bişaftînin. Lê pêşiyên me xwe nedane dest û nehiştîne armanaca wan were bi cih anîn. Îro erka li ser milên me, em hemû wek xuşk û birayan destên xwe bidin hev û nakokiyên xwe li pişt xwe bihêlin û bikevin xizmeta zimanê xwe yê şîrîn û bi hev re pîlanên dijmin û xewnên wan ji nav bibin û xewnên miletê xwe bikin rastî û roja 15ê Gulanê bikin cejnek neteweyî.

Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz be!

Das könnte Dich auch interessieren …

1 Antwort

  1. Hi, this is a comment.
    To get started with moderating, editing, and deleting comments, please visit the Comments screen in the dashboard.
    Commenter avatars come from Gravatar.