Roja Zimanê Dayikê a Cîhanê

Roja Zimanê Dayikê a Cîhanê

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê a Cîhanê/navnetewî ye. UNESCO bi peywendiya çalakiya 21ê sibata sala 1952an ya zimanê begalî, ev roj di sala 2000an de wek Roja Zimanê Dayikê a Cîhanê îlan kiriye. Ji ber vê, her sal di 21ê sibatê de bi mabesta; balkişandina ser girîngî û parastina zimanê dayikê û pirzimaniyê ev roj tê pîroz kirin.

Li gorî agahdariyên UNESCO ji sedsala 15an vir de ji ber: şer, komkujî, qedexe û asîmlasyonê ji nêzî 15 hezar zimanan zêdeyî nîvê wan tunebûne/mirine. Dîsa ji sala 1950an heta niha li cîhanê 230 ziman mirine. Tê texmîn kirin, heger bi vî aweyî biçe di nava 100 salî de nezîkî 3 hezar zimanên din jî wê bimirin. Li cîhana îro a qaşo pirzimanî û pirçandî, ji nêzîkî 7 hezar zimanên dijîn, 2400 ziman ango ji sisêyan yek di bin xeteriyê de ne û ji her du hefteyan carekê zimanek dimire.

Mirina her zimanekî mirina parçeyekî ji malbata mirovatiyê ye. Bi mirin an kuştina her zimanekî re; çandek, dîrokek û civakek jî dimire an jî tê kuştin. Loma jî parastin zimanê dayikê parastina mirovatiyê ye.

Mixabin rewşa zimanê dayikê yê kurdî jî ji ber sedemên jorîn di binê xeteriyê de ye. Li gorî lêkolînek dawîn li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya axavtina zimanê kurdî daketiye ji sedî 40-45 an. Ji xwe zaravayê zimanê kurdî, kirmackî çend sal berê UNESCO jî destnîşan kiribû ku di binê xeteriyeke mezin de ye. Dema axavtina zimanê kurdî daketibe ji sedî 45an tê wê wateyê ku zimanê kurdî nîva nîv miriye an jî li ber mirinê ye.

Li Ewrûpa jî xeteriya zimanê kurdî ji ya li welêt gelekî xerabtir û bêtir e. Êdî zarok û ciwanên Kurd, li Ewrûpa û bi taybetî jî li Almanya, bi zimanê dayika xwe nizanin. Her çiqas li vir mafê perwerdeya zimanê dayikê a zimanê kurdî heye jî ji ber xemsariya malbat û saziyên Kurd, ev maf jî baş nayê bikaranîn.

Helbet, xeteriya li ser zimanê kurdî, bi gilî û gazincên dijminên zimanê kurdî, tenê nayê çareserkirin. Divê xwediyê ziman jî bi biryar û israr li zimanê xwe xwedî derên. Di vî aliyî de bi qasî civakê û ji civakê jî bêtir, sazî, rêxistin û rewşenbîrên Kurd ji vê erka netewî berpiriyar in.

Zanyar û nivîkarekî hêja dibêje ku: “Mirov û civaka zimanê xwe winda bike, hişê xwe jî winda dike!” Bi rastî, me jî nîva nîv hişê xwe winda kiriye û nîvê mayî jî li ber windakirinê ye. 88 sal berê, mîrê zimanê kurdî, Mîr Celadet Berdirxan, xeteriya li ser zimanê kurdî wek tunebûna çanda Kurd dîtiye û bi vê hişmendiyê gotiye: “Kurdino, maxiarbino, an bi kurdî biaxivin an jî nebêjin, em Kur in…” Lê mixabin em hîn jî tam ne di hişmendiya vê xeteriyê de ne.

Tevî vê rewş û vî dîmenê reşbîn, em ne bêhêvî ne. Hinek hewldan jî hene. Dema em bi plan, proje û siyaseteke cidî û domdar têkevin nava tevgerê, em ê bikaribin zimanê xwe ji ber mirinê rizgar bikin û pêş bixînin. Bi vê bîr û baweriyê, em, Roja Zimanê Dayikê a Cîhanê li zimanê kurdî û hemû zimanên cîhanê pîroz dikin.

21.02.2020

Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa