KURSA BERENDAMÊN MAMOSTEYIYA ZIMANÊ KURDÎ

KURSA BERENDAMÊN MAMOSTEYIYA ZIMANÊ KURDÎ

Ev demeke dirêj e, em wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd li EwropaYMK hewl didin ku ji bo „perwerdeya berendamên mamosteyên zimanê kurdî“ kursekê întensîv bê lidarxistin. Ji bo vê yekê têkilî bi hinek saziyên perwedeyê û zanîngehan re hatin danîn û proje hatin pêşkêş kirin. Herî dawî projeya ma ya ji bo „mamosteyên zimanê kurdî“ ji aliyê Zanîngeha Sorbonê, Ensîtuya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat, Beşa Zimanê Kurdî li Parisê (INALCO) ve hatiye qebûlkirin. Ev perwerde wê di navbera 06.07.2020 û 11.07.2020 an de ji aliyê Zanîngeha INALCO ve ji bo „berendamên mamosteyên zimanê kurdî“ bi riya înternetê (Online) wek kursekê bê dayin. Kesên bixwazin, tevî kursê bibin, dikarin, serlêdanên xwe ji 15.04.2020 hetanî 30.04.2020anbikin. Agahdariyên din û mercên beşdariya kursa „berendamên mamosteyên zimanê kurdî“ li jêr in. Di dawiya kursê de, beşdarên di ezmûna nivîskî de serkeftî bin, wê ji zanîngehê sertîfikayeke zimanê kurdî, asta C2 û Formasyona Pedagojîk ya di derbarê dersdayina zimanê kurdî de bigirin.

Agahdarî û mercên serlêdane:

  1. Ji bo mirov bikare beşdarî kursê bibe, divê heta radeyeke baş bi zimanê kurdî bizanibe.

(Ji bo destnîşankirina asta zanîna zimanê kurdî-kurmancî an jî soranî wê pêşezmûnek bi devkî û/yan bi nivîskî bê çêkirin. Piştî ezmûnê wê peymaneke nivîskî di navbera YMK û beşdarvanan de bê çêkirin.)

  • Divê bi kêmayî dibistaneke bilind a du sal (4 somester) xwendibe,
  • Divê her kes bi zimanê kurdî kurtejiyan û kopiya dîplonameya xwe ji me re bişîne,
  • Ders dê/wê li ser înternetê (Online) bên dayin,
  • Ders wê ji 06.07.2020 heta 10.07.2020an, rojê 6 saet (09:00-12:00, Navber:12:00-13:00, 13:00-16:00), bi tevahî 30 saet bên dayin.
  • Roja piştî kursê, şemî di 11.07.2020 an de wê li Parisê ezmûna kursê bi nivîskî bê çêkirin,
  • Kesên di ezmûnê de bi ser nekevin, dê di dû re derfetê careke din ketina ezmûnê hebe,
  • Heqê mesrefa çûyin û hatina ji bo ezmûnê a Parisê her kes wê bi xwe bide,
  • Heqê kursê 500 € ye. Ji ber ku heqê kursê li gorî hejmara beşdaran tê hesabkirin, dikare hinek guhertin hebe. Dibe ku ji 500 € yî hinekî kêmtir be jî. Lê wê ji 500î ne zêdetir be. Ev pere/dirav, divê ji hesabê zanîngehê re bê şandin. Dema dayinê a dawîn wê piştî serlêdanan ji beşdaran re bê ragihandin.

Mijarên dersên kursê ev in:

  1. Ziman û wêjeya kurdî (kurmancî û soranî)
  2. Metodolojî (kurmancî)
  3. Didaktîk (kurmancî)
  4. Pedagojî (kurmancî)

Navnîşan û têkiliyên ji bo serlêdanê:

YEKÎTIYA MAMOSTEYÊN KURD LI EWROPA-YMK

E-Mail: info@denge-mamoste.com

Tel. 0157 77066113 (ji bo zaravayê kurmancî)

Tel. 0176 72509932 (ji bo zaravayê kurmancî)

Tel. 0176 84305690 (ji bo zaravayê soranî)

Têbinî: Sertîfîkaya di asta C2 a zimanê kurdî ji bo mamostetiya kurdî û karê wergervaniya kurdî bi fermî gelekî girîng e. Dîsa di sertîfîkayê de nivîsandina formasyona pedagojîk ji bo zimanê kurdî jî referanseke pir baş e. Sertîfîkaya wê ji aliyê Zanîngeha INALCO, Beşa Zimanê Kurdî ve bê dayin. Lê divê bê gotin; em nikarin, ji sedî sed garantî bikin ku her kesên bi vê sertîfîkayê bibin mamosteyên zimanê kurdî. Ew dimîne li ser însiyatîfa saziyên Almanyayê an welatên din yên perwerdeyê. Lê dikare bi hêsanî bê gotin ku ev zanîngeh li Ewrûpa û li cîhanê zanîngeheke naskirî ye û di beşa zimanê kurdî de jî navdar e.
Em wek YMK bi salan e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka mamosteyên zimanê kurdî yên nû, li gelek deran di nava hewldanan de ne û me ev proje li gelek deran ceribandiye. Lê wek derfeta heyî ya herî baş, bi alîkariya hinek akademisyenên Kurd yên hêja ev derfet bi destê me ketiye. Em bawer dikin, ev perwerde wê hetanî radeyekê vê pirsgirêkê çareser bike. Lê çi dibe çi nabe, ji bo dawiyê; eger encameke dil dixwaze li hinek cihan bi dest nekeve, em dixwazin ji niha ve bibêjin, divê ji me lome û gazinc neyên