AGAHNAME JI BO DI PÊVAJOYA CORONAYÊ DE PERWERDEYA ZIMANÊ KURDÎ


Ji bo ji aliyê tenduristiyê de xweparastina ji coronayê gelek agahî hatine belav kirin û roj bi roj agahiyên nû û berfirehtir, bi gelek awayên ragihandinê belav dibin. Di vê mijarê de divê mirov li şîretên bijîşk û pisporên vê beşê, guhdarî bike; xwe, malbatên xwe û derdora xwe baş biparêze.
Lê wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa-YMK, di vê pêvajoya qeyrana coronayê de em jî hewl didin, ku ji bo zarok, ciwanên beşdarî dersên zimanê dayikê kurdî dibin û malbatên wan hinek xebat û alîkariyê bikin. Dîsa ji bo perwedeya zimanê kurdî a gelemperî jî hinek lêgerîn û lêkolînên me hene.
Ji ber ku gelek malbatên zarokên wan tên dersên kurdî, pirsgirêkên wan yên fêmkirina zimanê almanî û danîna têkiliyên bi dibistanên re hene, em di warê ziman de ji wan re dibin alîkar. Ji bo vê yekê, rêveberiyên dibistanên em li wan kar dikin, di vî alî de ji me piştgiriyê daxwaz dikin. Em jî bi malbatan re dikevin têkiliyê û ji bo xweparastina ji coronayê wan agahadar dikin û hin agahnameyên bi zimanê almanî werdigerînin zimanê Kurdî û bêtir bi riya înternetê li ser malperên dibistanan tên belavkirin. Dîsa ji bo xwegihandina malbatan û wergirtina materyalên dersên almanî yên dijital ji bo zarokan, malbatan agahdar dikin û girêdana înernetê û navnîşanên hinek malperên alîkariya wan dikin.
Zêdetir ev alîkarî ji aliyê dibistanan ve ji me tê xwestin. Helbet ev jî wek hewcadariyeke perwerdeya giştî, alîkariya ji bo zarokan û malbatan e. Ji bo perwerdeya dersên zimanê kurdî jî em wek rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd, li ser înernetê, hinek civînan çêdikin û di nava xwe de li ser amadekarî û alîkariya ji bo dersên kurdî guftogoyan dikin. Me li hin bajar û dibistanan hin materyalên dersên Kurdî amade kirin û ji bo malbatên zarokan karibin bi riya înernetê xwe bigîhinine wan di malperên dibistanan de dan weşandin. Ew materyalên ji bo dersên kurdî di malpera saziya me de jî hatin weşandin. www.denge-mamoste.com Em niha lê dixebitin ku em van materyalên dersan bêtir bikin.
Li gorî bajar û dibstanan, ji bo pêkanîna berdewamiya perwerdehiyê, biryar û tedbîrên hatine sitandin cûda ne. Li hin deran li ser malperên dibistanan materyalên dersê hene û ji bo hinek beşên dersan, girêdankên înternetê yên hin fîlm û vîdeoyên perwerdeyê hene. Li gorî biryarên saziyên perwerdeyiyê yên eyaletan hin dibistan, materyalên dersan bi dest didin malbatan an jî mamoste bi dor erkdar in ku van materyalan belav bikin. Li hin deveran jî mamoste, materiyalên dersan diavêjin qutîkên posteyên malbatan. Li hin deran mamosteyên zimanê kurdî jî mal bi mal digerin û materyalên ji bo dersên kurdî belav dikin. Li hin deran jî berî girtina dibistanan, materyal wek pirtûk an rûpelên xebatê pêş de li xwendekaran hatine belavkirine.
Mînak, saziya eyaleta Bremenê ya perwerdehiyê ji bo mamoste bikaribin karên xwe yên perwerdehiyê bi hêsanî bicih bînin û serbest tevbigerin, belgeyeke fermî ya erkdariya di rewşa awarte ango seferberiyê de daye mamosteyan. Bi vi awayî jî mamosteyên vê eyaletê li malên şagirtên xwe digerin, bêyî derbasî nav malê bibin, alavên dersan davêjine qutiyên wan yên postê.
Di vê demê de bêtir hewcedariya materyalên dijîtal û dîtbarî heye. Em wek saziyên Kurd di vî warî de ne zêde xwedî derfet û kêrhatinên pisporî ne. Lê divê em jî di vî alî de hinek xebatan bikin. Dibe ku ev pêvajo dirêj bibe û kengê wê bi dawî bibe jî ne diyar e. Loma jî divê em amadekariyên xwe baş bikin û di aliyê bikaranîna teknolojiya perwerdeyê de xwedî alternatîfên cuda bin. Pêvajo çiqas dirêj bike, pirsgirêk û hewcedariyên cureyên perwerdehiya alternatîf yên wek dijîtal jî wê zêdetir bibin.

Tel. 0049 421-565 98 69 Fax. :0049 421-565 98 70 Handy: 0049176-31714013 E-Mail: ymk-info@mail.de www.denge-mamoste.com
2

Ji bo xwendekarên dibistanên navîn, ango xwendekarên hinekî mezin bi riya E-Mail, WhatsAppê materyal belavkirin hinekî hêsan e. Ji ber ku ew dikarin bêtir înernetê û alavên din yên têkiliyên onlein bi kar bînin, komên WhatsAppê dikarin bên avakirin, ji xwe hinek jî berê hebûn. Loma jî gihandina materyalan ne pir zahmet e. Lê ji bo zarokên dibistanên serateyî hinekî zahmet e. Kêm be jî li hinek malbatan girêdana înternetê tine û hin zarok û malbat di bikaranîna înternetê de zahmetiyan dikşînin.
Em wek komela mamosteyê Kurd, bêtir bi xwendekar û malbatên wan re di nav têkiliyê de ne û ji bo wan materyalan amade dikin an jî yên heyî digîhînin wan. Heger em bikarin, hinek pirsgirêkên teknîkî çareser bikin, em hewl didin ji bo perwerdeya giştî jî hin materyalan amade bikin û biweşînin.
Divê di vê demê de hemû sazî û dezgehên Kurd bi hevbeşî an cihê cihê her kes di qada xwe de hinek alternatîfan peyda bikin. Di warê ragihandina medyayê de li ser ziman û perwerdeyê hinek xebat dikarin bên kirin û malbatên Kurd bên agahdarkirin.
Bêyî vê ji bo zarok û malbatan dikarin hinek pirsgirêkên derûnî jî derkevin. Divê pispor, bijîşk û psîkologên Kurd malbat, zarok û ciwanan agahdar bikin. An bernameyên li ser van mijaran û çareserkirina pirsgirêkên derûnî ûhwd. ji bo malbatan şêwirmendî bê kirin.
Di encamê de dikare bê gotin ku belê divê em ji bo perwerdeya zimanê kurdî hinek materyalên nivîskî an dijîtal amade bikin. Lê ev tenê têrê nakin. Mirov nikare her roj û dema dirêj zarok û ciwanan tenê bi hinek materyalên nivîskî motîve bike. Divê alternatîf û metodên me yên cuda ji bo fêrkirin an jî pêşxistina zimanê Kurdî hebin ku zarok jî jê aciz nebin.
Di vê pêvajoyê de, divê herî zêde, dê û bav û herwiha endamên din yên malbatê, di nav têkiliyên bi derdorê re sînorkirî de; ji bo zarok him aciz nebin û him jî dema wan bi awayekî kêr bê bikaranîn bi zarokên malbata xwe re bibine alîkar. Ev kêmderfetî ji aliyekî din ve derfetek e, ku mirov ji aliyê zimanê dayikê ve zarokên xwe pêş ve bixin. Di vê demê de mirov bikaribe ji xwe re plansaziyekê amade bike, wê ji bo ziman jî, ji zarokan re bibe alîkariyeke baş.

  1. Di vê demê de her kes dikare mala xwe wek dibistaneke zimanê kurdî bi kar bîne.Wek mînak mirov dikare her êvarê ji zarokên xwe re çîrokeke kurdî bixwîne û di dû re tev li ser vê çîrokê bipeyive.
  2. Mirov dikare her roj an ji du-sê rojan carekê bi malbatî, li fîlmekî kurdî temaşe bike û li ser bipeyive.
  3. Hin êvaran, li malê dikare, şevberk bên çêkirin; stran û helbest bên gotin, xwedin an jî li muzîka kurdî bê guhdarîkirin.
  4. Dikare di navbera zarokan de pêşbirkên li ser zanînê kurdî bên çêkirin û ji bo teşwîq û motivekirina zarokan hinek xelat bên dayin.
  5. Mirov dikare tevî zarokan tiştonek, xaçepirs, zûgotinok, gotinên pêşiyan ûhwd. bibêje û şîrove bike.
  6. Mirov dikare tevî zarokên xwe hinek lîstikên kurdî yên di bîra me de mane, an em pê dizanin, tev bilîze. An bi lîstikên almanî an zimanekî din bi zimanê kurdî tev bilîze.
  7. Mirov dikare civînên malbatan çêbike û rojê carê tev hev li ser mijareke diyarkirî bi kurdî biaxive û li dîtinên hev guhdarî bike.
  8. Dîsa mirov dikare li gorî ast û salên wan her ji çend rojan carekê li ser dîrok, hûner, erdnîgarî, bajarên Kurdistanê; navên kinc, reng, demsal, meh û rojan, mêwe û sêbzê, ehejmar ûhw. yên mijaran diyar bike û bi rêzê carê zarok/ciwanekê/î erkdar bike ku di înternet an pirtûkan de hinekî lêkolîn bike û wek konferans pêşkêşî malbatê bikin û endamên malbatên yên din jî li ser mijarê pirsan û şîrovêyan bike.
  9. Gava dema derneketina der û neçûna dibistanan zêde dirêj bibe, li ser van mijaran hinekan malbatên nas û mirovên hev di navbera xwe û zarokên xwe de, car caran, bi riya WhatsApp, Skype û alavên din yên deng û dîtmenî bi hev re heman tiştên plankirî bikin.
    Ku mirov bifikire, dikare, gelek tiştên din jî ji xweber amade bike û ji bo fêrbûna zimanê xwe jê sûdê bigire.
    Em ji her kesî re saxî û di hewldanên pêşvebirina zimanê kurdî de serkevtinê dixwazin. Dîsa em dixwazin diyar bikin, di aliyê perwerdeya zimanê kurdî de çi xizmet ji me xwestin, em amade ne, li gorî derfetên xwe, mîna erk, bi cî bînin û wek xizmeta zimanê xwe yê dayikê, di vî warî de bi kêfxweşî bixebitin.

12.04.2020 Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa