SERSAXÎ

Mamoste, nivîskar, rewşenbîr û tekoşerê qedirbilind Heyder Işik jiyana xwe jidest da. Wî êş û azarên welatê xwe û welatiyên xwe yên ji ber zilm û zordariyê rû didan bi helwest, raman û pênûsa xwe ya xurt dianîn ziman û bi raya giştî re radigihand. Nivîskar Haydar Işik evîndarekî welatê xwe bû. Wî bi mebesta agirê azadiyê yê di dilê xwe de îfade bike bi Kirmanckî, Tirkî û Almanî gelek kurteçîrok û roman nivîsandibû.

Ew ji sala 1974an vir ve ji ber raman, nasname û tekoşîna xwe ya li hemberî zordariya li welatê me pêk dihatin, neçar mabû ku li derveyî welêt, li Almanyayê bijî.

Em wek endam û rêvebirên Yekîtiya Mamosteyên Kurd – YMK ji ber koça dawîn a Mamoste Haydar Işik pir xemgîn in.

Em Mamoste Haydar Işik bi rêzdarî bibîr tînin, rihê wî şad be. Em ji gelê Kurd û malbata wî re sersaxî û aramiyê dixwazin.

Lîjneya Rêvebir a YMKê