Me kongra xwe diyarî Zara Mihemedî kir

Yekîtîya Mamosteyên Kurd a Ewrûpayê (YMK- Ewrûpa) Kongreya xwe ya 17’an 15’ê Çile bi awayekî online li dar xist. Kongre bi tevlîbûna mamosteyan ji Elmanya, Swîsre û Belçîkayê, û her wiha bi beşdariya sazî, mêvan û malbatan, bi giştî bi tevlîbûna 42 kesan pêk hat.

YMK, ew 29 sal in ku hatiye avakirin û wê Kongreya xwe ya 17’an diyarî mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihamedî (Mohammedî) kir, ya ku ji ber ku Kurdî hîn kir di hepsa rejîma Îranê de ye. Sazîyên wek Yekmal, Înstîtuya Lêkolînên Kurdî li Elmanyayê jî tevlî Kongreyê bûn. Di kongrê de mamoste Dr. Zerdeşt Haco û Fevzî Ozmen wek endamên rûmetê hatin hilbijartin.

Axaftina destpêkê ya kongreyê, serokê berê yê YMK´ê Mamoste Abdulqadir Ulumaskan kir. Ulumaskan bixêrhatina mêvanan kir û şehîdên li ser rêya zimanê Kurdî bi bîr anîn. Piştre dîwana kongreyê pêk hat.

Kongre ji ber şewba ji ber vîrusa Koronayê salekê hatibû bipaşvexistin. Ji ber wê yekê raporên kar ên 3 salan hatin xwendin. Rewşa xebata malbat, materyal û endaman, rewşa xebata pirtûkan, çalakiyan, tekîliyên saziyên Kurdistanî û yên din, tekîliya bi çapemeniyê re, xebatên ziman yên derveyî dibistanan, rewşa xebatên bipêşxistina karên pîşeyî, karên sazumankarî, xabatên hatine plankirin û nehatine kirin, xebatên hatine kirin, ji xisûsên sereke bûn.
 
Çima nebû saziyeke Ewrûpa

Mamoste Ulumaskan got qederê ji sedê 70´yê xebatên plankirî bi cih hatine anîn û ji bo 8 xalên neçûne serî jî xemgîniya xwe îfade kir. Di nava van de “projeya zimanê Kurdî li şûna zimanê bîyanî yê 2. yan jî 3” bi ser neketiye, pirtûkên alîkariya dersa Kurdî nekarîne bên çapkirin, civîna endaman nehatiye lidarxistin, û statîstîka ji bo dersên Kurdî nehatiye amadekirin. 

Paşê mamoste Yusuf Bilgiç rapora darayî xwend. Piştî minaqeşeyên dijwar, reveberiya berê rexne li xwe girtin ji ber kemasîyên 3 salan. Yek ji sedemên rexneyan bipêşnexistina têkiliyên bi zanîngehên li Kurdistan û Ewrûpayê re bû. Rexneyeke din jî ew bû ka YMK-Ewrûpa çima li gorî navê xwe li temamê Ewrûpayê xebata xwe nameşîne. 

Rêveberiya nû banga hevgirtinê kir

Piştî minaqeşe û rexneyan herdu rapor hatin erêkirin û di encama pêşniyazan de biryar hatin dayîn. Biryarên sereke jî ev in: 

– Kongra 17. diyarî mamoste Zara Mihemedî hat girtin.

– Kedkarên YMK´ê Dr. Zerdeşt Haco û Fevzî Ozmen wek endamên rûmetê hatin pejirandin,

– Kesên wek penaber li qampan dimînin bê pere dikarin bibin endam. 

– Li rêziknameya YMK’ê xala “Ji vir û bi şûn ve YMK dikare bi endamên xwe û rêvebiriya xwe re civînên xwe dîjîtal çêke.”

Di kongreyê de 11 endamên rêveberiya nû hatin hilbijartin. Weke serokê nû yê YMK-Ewrûpayê jî mamoste Semir Xidir Ebdî hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê serokê nû got, “Ji bo zimanê Kurdî divê em alîkariyê bidin hev du. Ew kar tenê yê YMK´ê nîne.”
MURAT MANG / BIELEFELD