Baldarî

Em wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa YKM dixwazin malpera xwe
www.denge-mamoste.com
bi lêkolîn û gotarên we yên derbarê ziman û edeba kurdî û meteryalên
dersan zengîntir bikin. Ji bo ku em bi hev re bikarin zêdetir xizmeta zimanê xwe û şopînerên
zimanê xwe bikin, em ji we dixwazin ku hûn nivîsên xwe ji me re bişînin û em dê di malpera
xwe de belav bikin. Her niha em bi navê rêveberî û hemû endamên YMKê spasiyên xwe
pêşkêşî we dikin. Em hêvîxwaz in ku em bi hev re bikarin xizmeta zimanê xwe yê şêrîn bikin.
Bi rêya êmaila li jor hûn dikarin nivîsên xwe ji me re bişînin.
Zimanê me hebûna me ye!
Silav û rêz
Rêveberiya YMK