Kongreya 17.

Yekîtiya Mamosteyên Kurdi li Ewropa bi rêya Zoomê 17. kongireya xwe li dar xist.
Roja şemiyê 15.01.2022 bi amadebûna piraniya endamên Yekîtiya Mamosteyên Kurdi li Ewropa (YMK) û çendîn sazî û mêvanan, Yekîtiya Mamosteyên Kurdi li Ewropa bi rêya Zoomê 17. kongireya xwe li dar xist.
Di demjimêr 17:30an de rûniştina kongireyê bi axavtina birêz Emîn Ekbaş hate destpêkirin.
Paşî serokê YMKê birêz Abdukadir Ulumaskan axavtina vekirina kongireyê pêşkêş kir.
Mamoste Ulumaskan, bi germî bi xêrhatina hemû beşdaran kir û bi kurtî li xebatên YMKê û girîngiya karê saziyê anî ziman.
Di dû re dîwana kongireyê hate hilbijartin:

  1. Emîn Ekbaş (Serok)
  2. Münever Azizoglu-Bazan (Protokolgir)
  3. Samir Kheder Abde (Endamê diwanê û berpirsê teknîkê)
    Piştî pejirandina rojevê, peyamên sazî û kesayetiyan hatin xwendin û pêşkêşkirin. Wek sazî PENa Kurd, Ensîtuya Kurdî ya Almanyayê, Navenda ji bo Lêkolînên Kurdî, Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê YEKMAL, Komeleya Hindekariya Kurdî ya Swîsre û peyamên hinek kesayetiyan hatin pêşkêşkirin.
    Piştî pêşkêşiya peyaman kurte vîdyoyek ku di derbarê çalakiyên Yekîtiya Mamosteyên Kurdi li Ewropa yên pêk hatine de ji aliyê birêz Semîr Xidir ve hate nimayîşkirin.
    Di du re jî raporta xebatê ya komîteya rêveber ji aliyê birêz Abdulkadir Ulmaskan ve hate xwendin.
    Di raporê de bi dirêjî behsê kar û çalakiyên di sê salên derbasbûyî de hate kirin. Sererayî pandêmiya Koronayê rêveberiya YMKê kariye çendîn xebatên hêja encam bide. Ji hemûyan giringtir saziya me 7 pirtûk ji bo dersên zimanê kurdî amade kirine ji wan jî 4 pirtûk hatine çapkirin. Karê redeksyona 3 pirtûkan ji aliyê komisyonê ve qedyaye û ev her sê pirtûk ji bo çapê amade ne. Her weha hewl û xebatên me yên berdewam ji bo vekirina beşa zimanê kurdî li zanîngeheke Almanî. Û vekirina kursên perwerdeyî ji bo mamosteyan û kurs û ders ji bo zarokan.

Piştî pêşkêşkirina raporta xebatê, raporta darayî ji aliyê kasedar birêz Yusuf Bilgic ve hate pêşkêşkirin. Li dû nirxandin û gengeşeyan herdu raport, bi tevaya dengên endamên kongireyê hatin pejirandin.

Ji ber keda û xebata herdu birêzan Dr. Zerdeşt Haco û mamoste Favzi Özmen di nava YMKê de, piştevaniya berdewam û xizmeta wan ya zimanê kurdî, beşdarênên kongireyê pêşniyara ji bo endamtiyên rûmetê ya herdu rêzdaran bi yekdengî pejirandin

Berdewam xalên rojevê yên din wek daxwazî û pêşinyar û biryar hatin gengeşe kirin. Bi yekdengiya beşdaran, ev kongireya YMKê ji bo mamoste Zara Mohamadî li Rojilatê Kurdistanê ji ber ku dersên zimanê kurdî didan, hatibû sizadan û di hefteya borî de ketibû zêndanê. Ji bo piştgiriya wê kongireyê biryar girt ku dê alîkarî û piştgirî lê bê kirin.
Dîsa di kongireyê de biryara piştgiriya kanpanyaya ji bo zimanê kurdî hate girtin.

Di pişt re bi aweyê onlayin hilbijartina komîteya rêveberiya nû hat çêkirin. Li gorî encamên hilbijartinê endamên komîteya rêveber weha ne:

  1. Samir Kheder Abde (Serok)
  2. Alisher Sayan (Cîgirê yekem)
  3. Ilyas Isen (Cîgirê duyem)
  4. Mahmut Aydin (Sekreter)
  5. Yusuf Bilgic (Kasedar)
  6. Nalin Hacika (Endam)
  7. Haydar Deniz (Endam)
  8. Nesrin Mîro (Endam)
  9. Yücel Demirtas (Endam)
  10. Abdulkadir Ulumaskan (Endamê cîgir)
  11. Hesen Huseyîn Denîz (Endamê cîgir)
    Di kongireyê de biryar hat dayin ku birêz Münever Azizoglu-Bazan nûnertiya YMKê ya Bremenê bike.

Pêşniyarên pilansaziya dema bê ji bo rêveberiya nû ji aliyê mamoste Abdukadir ve hatin xwendin û ev pêşniyar hatin pejirandin.

Li ser navê endamên rûmetê, birêz Fevzi Özmen bi navê xwe û yê birêz Dr. Zerdeşt Haco, axaftinek kir. Ji beşdarên kongireyê re spasiya xwe ya ji bo endametiya rûmetê anî ziman û ji rêveberiya nû re serkeftin xwest.

Di dawiyê de serokê YMKê yê nû birêz Semîr Xidir Ebdî axaftina kongireyê ya dawî pêşkêş kir. Birêz Semîrî di peyva xwe de spasiya hemû amadebûyî û dîwana kongireyî kir û rola wan berz nirxand. Herweha spasiya endam û mêvanan, ya komîteya rêveberiya kevin kir û spasiyên xwe ji bo ked û xebata wan ya mezin û bi taybetî rola serokê berê birêz Abdukadir Ulumaskan ya giring anî ziman.