PANEL

Li hin eyaletan bi kurdî ders heye lê li hin eyaletan nîn e. Niha bi paneleke dê bê nîqaşkirin ka li van deran dikarin çawa dersê bidin dest pê kirin.

Çalakî ji aliyê Komaleya Çandê ya Kurd û Alman ve li dar xistin. Li ser vê dê paneleke bi navê “Rewşa kurdî û perwerdehiya bi zimanê kurdî li Almanyayê” li dar bikeve. 

Li gor agahiyên li ser navê Komeleya Çandhe ya Kurd û Alman Hisên Çatikkaş dan me bi vê ew dixwazin li rê û rêbazên perwerdehiya bi kurdî ya li Almanyayê bigerin. Ew dibêje, “Wekî tê zanîn du eyaletên mezin ên Almanyayê (Bayern û

Baden-Wurttemberg) perwerdehiya kurdî li dibistanan nayê dayîn lê gelek

eyaletên din perwerdehiya bi zimanê kurdî heye. Ji bo ku em karibin li van

her du eyaletan jî perwerdehiya bi zimanê kurdî bidin, ji bo vê em

dixwazin ji tecrubeyên YMK’ê (Yekîtiya Mamosteyên Kurd) sûd werbigirin. Ji bo vê em panelê li dar dixin. Armanca panelê: rê û rêbazên fermî çi ne? Malbat an jî saziyên li van eyaletan ji bo ku kurdî bikeve dibistanan divê çi bikin? Rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî li Almanyayê çi ye?”

Çatikkaş dibêje “Ew dixwazin ji bo van her du eyaletan perwerdehiya bi zimanê kurdî bê dayîn” û ji bo vê jî wekî gava ewil vê panelê li dar bixin.

Ew dibêje ku heta niha xebateke wiha li van her du eyaletan nehatiye lidarxistin û ew dixwazin komeleyê din jî tevlî bikin û xebata li ser ziman bidin dest pê kirin.

Panela niha hatiye organîzekirin roja 26’ê mehê saet 13.00’an de bi moderatoriya Hishen Çatikkaş dê li dar bikeve. Di panelên de  Emîn Akbaş (Mamosteyê dersên kurdî li Bremenê, endamê Komîteya Rêveber ya YMK’e), Ilyas Isen (Mamosteyê dersên kurdî li Mainzê, endamê Komîteya Rêveber ya YMK’ê) û Alî Guler (Endamê Komeleya Boblingenê û xebatkarê Can TV’yê) wê wekî axifger beşdar bibin.

Ji bo yên eleqedar:

Cih: Komeleya Çandê ya Kurd û Alman (Boblingen)

Navnîşan: Berliner Straße 20, 71069 Maichingen /Sindelfingen

(Diyarname)