Kurtedîrok û wateya Newrozê

Mîtolojiya Newrozê, roja nû, nûroj ji baweriya kurdan ya kevn, Zerdêştiyê li ser dualîzmê ava bûye. Wek piraniya mîtolojiyên kurdî, di Newrozê de jî tekoşîna di navbera „başî û nebaşiyê“ de heye û her du alî ango dualîzm her wek hemanên sereke ne. Di encamê de peyama efsaneya Newrozê; bawerî û ramana bi başî, rastî, heqî û azadiyê dide û mirovan teşwîqî rêya heq dike. „Baş bifikire, baş biaxive û baş bike.“ Ev ji ola Zerdêştiyê tê. Dehaq tîmsala nebaşî, neheqî û zordestiyê û Kawa jî ya başî, heqî, serîhildana li dijî zordariyê û doza azadiyê ye. Ev taybetmendiyên di tevgera Kawayê Hesinkar de tên sembolîzekirin di heman demê de taybetiyên felsefeya Zerdêştiyê ne. Di pirtûka ola Zerdeştiyê, Awestayê de jî bêyî navê wê bê gotin wek rojeke pîroz bahsa Newrozê hatiye kirin. Baweriya pêşîn li ser bingeha yekxwedatiyê (Ahûra Mazda) hatiye avakirin ola Zerdeştiyê ye. Di ola Zerdeştî de du sembolên sereke hene. Başî Hurmuz û nebaşî jî Ehrîman e. Dehaq nûner û sembola nebaşiyê, tarîtiyê û zordariyê ye. Kawa jî mîna tîmsala tekoşîn û tekoşeriya başî, ronahî û heqiyê wek Hurmuz tê zanîn. Hurmuz navê jinan e û dibe ku Hurmuz wek tîmsala jinan jî be? Ji ber ku di Zerdeştiyê de wekheviya jin û mêran heye û di tekoşîna Kawayê Hesinkar ya li hemberî zordestiya Dehaq de bahsa cihgirtina jinan jî tê kirin.

Di peyama naveroka Newrozê de li hemberî neheqî û xerabiyê dijderketin û di emcamê de biserketina doza heqiyê, ji bo heqî û rizgariyê, dibe pêşengiya mirovan û bi vê destûrê Newroz li dijî zordariyê ne ji bo gele kurd tenê, ji bo gelên derdorê jî bûye mînak û gelek desthilatdariyên zordar bi vê bîr û baweriyê hatine hilweşandin.

Li gorî salnameya kurdî ya rojê an jî şemsî, roja 21ê adarê, ya sala nû roja nû Newroz, sersala kurdan e. Di dîroka kurdan de Newroz wek cejna biharê jî hatiye/tê pîrozkirin. Di 21ê adarê de dirêjahiya roj û şevê dibin wek hev. Dîsa li gorî efsaneya Newrozê, Dehaq zordestekî wek dêwekî, nîv miov, nîvî hov, derasayî gelekî xerab e û wî nehîştiye bihar bê. Dema desthilatiya Dehaq hatiye hilweşandin, êdî bûye bihar û roj derketiye. Ji ber vê Newroz wek cejna biharê jî hatiye pîrozkirin.

Bi kurtî çîroka Newrozê waha ye. Zêdeyî du hezar û pêncsed sal berê (Berî mîladê 612), li welatê bav û kalên kurdan, qralekî navê wî Dehaq ku ew nûnerê xerabiyê yê Ehrîman hebûye. Dehaq yekî gelekî zalim bûye. Wî li xelkên derdorê zordariyeke pir mezin kiriye. Rojekê Dehaq nexweş dikeve û li ser her du milên wî du qulên xedar mîna serê maran derdikevin. Ew gazî hekîman dike û dixwaze ji wî re dermanekî peyda bikin yan na wê wan bikuje. Hekîmek dibêje ku dermanî wî mejîyê zarokan e û divê her roj mejîyê du zarokan bide ser kulên xwe. Dehaq jî dest pê dike, zarokan dide kuştin û mejiyê wan dide ser kulên xwe. Dehaqê zalim bi vî awayî zulma xwe berdewam dike û gelek zarokên kurdan dikuje. Piştî demekê du kesên kurd di qesrê Dehaq de dibin aşpêj. Ew aşpêj her roj du zarokên emirberê Dehaq ji wan re tînîn, jê yekî bi dizî azad dikin û şûna wan pezekê serjê dikin.

Ew zarokên ji ber kuştinê rizgar dibin derdikevin çiyan û tê gotin ku pêşiyên kurdan ji wan çêbûne.

Li gorî vegotineke din ya Newrozê, du marên Dehaq hebûne û wî mêjiyê zarokan bi marên xwe dayê xwarin.

Birêxistinkirin û pêşengiya yekî kurd, navê wî Kawayê Hesinkar e ku Dehaq zarokên wî jî kuştine, kurd li hemberî Dehaq, serî hildidin. Kawa tevî xelkê êrîşî qesra Dehaq dike û qesrê dişewitînin. Dehaq tê kuştin û li her derê agir tê dadan. Ji wê demê û vir de, agirdadan, bûye nîşan û kevneşopiya pîrozkirina Newrozê. Roj, ronahî û agir di baweriya Zerdeştiyê de pîroz in.

Piştî hilweşandina desthiltdariya Dehaq, kurdekî, ji malbata Cemşîd, bi navê Ferîdûn, dibe qral û gelê Kurd û yên din ji zordestiyê rizgar dibin. Êdî her kes bi aramî û azadî li welatê xwe dijîn. Ji wê rojê û pê ve kurd, her sal, ev roj ne bi tenê wek cejna sersal û biharê, mîna cejna azadiyê jî pîroz kirine û hîn jî bi vî awayî pîroz dikin.

Kurd, her sal li Kurdistanê û deverên din yên lê dijîn, di 21ê Adarê de cejna Newrozê pîroz dikin. Di şahiyên Newrozê her kes kincên xwe yên gelerî (kesk, sor û zer) li xwe dike û diçe qadên Newrozê. Ev her sê rengên gelerî yên kurdî ji dema Kawa û vir ve hene û wek ala kurdan hatine bikaranîn. Di pîrozbahiyan de bi gelemperî agirê Newrozê tê dadan. Berê her kes xwe di ser wî agirî re qewz dike. Di dû re li dora êgir, bi coşek mezin, bi helbest û stranan dîlan tê girtin. Bêyî pîrozkirinên giştî, di Newrozê de kurd diçin, malên hev û cejna hev pîroz dikin. Xwarinên xweş yên bi taybetî ji bo cejna Newrozê hatine çêkirin, tên xwarin.

Ji bo kurdan, Newroz rojeke pir binirx û pîroz e. Kurd, Newrozê wek nîşaneya hebûn û azadiya xwe dibînin. Di nava kurdan de agir û agirê Newrozê pîroz tê zanîn. Xwe di ser êgir re qewzkirin ji baweriya ku agirê pîroz, hemû tiştên xerab dişewitîne û mirovan ji nebaşiyê, paqij dike tê. Di kurdî de navê meha adarê yê din jî Newroz e. Kulîlkek di meha Newrozê de çêdibe, navê wê jî bi kurdî, Newroz e. Gelek Kurd ji bo rûmet û serbilindiya Newrozê, navê zarokên xwe dikin Newroz.

Bêyî gelê Kurd, hemû gelên îranî û hinek gelên qafqasî jî cejna Newrozê pîroz dikin. Dîroka cejna Newroz jî gelekî kevn, zêdeyî 3 hezar salan ne. Niha li cîhanê hin netewên din jî zêdeyî 300 milyon kes, cejna Newrozê pîroz dikin. Newroz êdî bûye cejneke navnetewî. Di sala 2009 an de UNESCOyê cejna Newrozê, wek cejneke gelekî kevnar dîroka wê zêdeyî 3 hezar salî ye mîna mîrata mirovahiyê ya kevnare, çandî û manewî qebûl kiriye û di 2010 an dejî Yekîtiya Netewan 21ê adarê wek cejna Newrozê ya cîhanê pejirandiye û mîna cejnek fermî xistiye nava salnameya cîhanê ya navneteweyî. Bi hêviya peyama Newrozê ya sereke ji bo hemû mirovatî û gelê kurd, bigihêje armanca xwe, Newroz pîroz be!            

Abdulkadir Ulumaskan, 21.03.2022