Daxuyanî

Di van çend rojên dawiyê de, çend parçe vîdyo û nivîs ji aliyê Lütfi Gövercin ve li ser torên civakî bi taybetî li ser Facebookê belav bûne. Di wan vîdyo û nivîsan de ew Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa-YMKê û hin endamên me bi çend tumet, blof, şantaj û derewên bêbinî gunehbar dike û tê de kar û xebatên me dixe jêr pirsyaran û me û endamên me wek çete tîne ziman.

Em wek YMK van tumetan şermezar dikin û bi bêbextî dibînin. Karê me, karekî perwerdeyî ye, ne karekî bazirganî ye. Lütfi Gövercin pirsgirêkek bi endamekî rêveberiya me re heye û ew pirsgirêk ne pirsgirêka rêveberiya me ye. Wî û endamekî rêveberiya me projeyekî hevbeş hebû, berî 5 salan ji xwe re saziyek bi hevbeşî ava kirine. Di nava van 5 salan de pirsgirêkên darayî di navbera wan de çêbûne. Ji ber van pirsgirêkan Lütfi Gövercin bi rêya telefonê 2-3 caran peywendî bi serokê YMKê yê berê birêz mamoste Abdulkadir Ulumaskan re kiriye û hewl daye ku vê pirsgirêkê bike wek pirsgirêka YMKê. Piştî ku mamoste Abdukadir digehîje wê baweriyê ku ev pirsgirêk, pirsgirêkeke kesane ye û qet girêdan bi YMKê ve nîne, mamoste bi zelalî ji wî re gotiye „Ev pirsgirêkeke şexsî û ticarî di navbera we de ye. Ti têkilî û haya me ji pirsgirêka we tune ye, lê wek erkeke mirovahiyê, ez ê ne wek sazî lê wek kes hewl bidim, hevalê ku pirsgirêka te pê re heye, hûn di nava xwe de çareseriyeke dostane û heqî bibînin“ Ji ber vê yekê mamoste Abdulkadir hewl daye pirsgirêk bê çareserkirin. Piştî vê yekê em pê hesiyane ku kesên din tevî parêzerê Lütfi Gövercin   dikevin navbera wan û pirsgirêkê çareser dikin. Piştî lihevkirina wan dîsan jî Lütfi Gövercin bi neheqî û bêrêzî dest bi tawanbarkirina saziya me dike. Li ser vê mamoste Abdulkadir ew hişiyar kiriye û jê xwestiye, careke din di derbarê vê mijarê de bi wî re peywendiyê neke û têkiliya xwe bi temamî jê qut kiriye.

Li vir, bi rêya vê daxuyaniyê, em ji raya giştî re radigehînin ku komeleya me ne ji dûr ne ji nêzîk ve dest di vê pirsgirêkê de nîne û ne alî ye û em hemû gotinên Lütfi Gövercin di derbarê komeleya me de bi tundî şermezar dikin.

Em ji hemû endam û hevalên Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa-YMKê re radigehînin ku em bi ti awayî ne di nava vê pirsgirêkê de ne. Ji ber vê yekê em dê bi hemû derfetên xwe hewl bidin navê saziya xwe û bêalîbûna xwe biparêzin. Eger Lütfi Gövercin lêborîna xwe ji me û endamên me nexwaze û ew gotinên di derheqê YMKê de kirine, şûnve negire, em dê neçar bibin ku bi rêyên yasayî li dijî wî dozê vekin.

Em careke din bi rêya vê daxuyaniyê wî şermezar û şiyar dikin, eger ew lêborîneke zelal ji komel û endamên me nexwaze, em dê daxuyaniyeke berfirehtir bidin û doza yasayî bidin destpêkirin.

Ew lêborîna qaşo daye, ne rast û durist e û em wê napejirînin. Ji ber ku lêborînê ji komelên din yên navên wan tune ne, dixwaze. Navê komeleya me û hin endamên me dide û sûcdar dike, lê lêborînê ji me naxwaze.

Li dawiyê, em ji Lütfi Gövercin dixwazin ku heta 10.10.2022an bersiva me bide û ew bêbebextiyên di derheqa me de kirine, serrast bike û lêborînê bi zelalî bixwaze û sozê jî bide ku careke din me nexe nava pirsgirêkên xwe yên kesane.

Ji rayagiştî re silav û rêz

02.10.2022

Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa-YMK

(Komîteya Rêveber)

Daxuyani