Destûra - Yekitiya Mamosteyên Kurd

Yekitiya Mamosteyên Kurd
Direkt zum Seiteninhalt

Hauptmenü:

Komel


Destûra Yekîtiya Mamosteyên Kurd
-YMK-


- §1 -
Nav, cih û sala xebatê

1.      Navê yekîtiyê yê almanî "Verein der kurdischen Lehrer in Europa e.V." e.
2.      Navê yekîtiyê yê kurdî "Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa ye“. Kurtayiya navê yekîtiyê yê kurdî "YMK" ye.
3.      Divê yekîtî li dadgehê, li lîsteya komelan were nivîsandin. Piştî nivîsandinê wê li nav e.V. (komeleke nivisandî) were zêdekirin.
4.      Cihê navenda yekîtiyê Stuhr, Saxsena Jêrîn, Almaniya Federal e.
5.      Sala komelê ya xebatê sala salnameyê ye.
6.      Qada Yekîtiyê ya xebatê "Dewletên Ewrûpayê" ye.

- §2 -
Armancên yekîtiyê

1.      Hînkirin û perwerdekirina zarokên Kurdan bi zimanê dayîkê. Alîkarîkirin ji bo dana dersên zêde bi zarokên hewcedar û herwiha bi
        malbatên wan re.  
2.      Perwerdekirin û amadekirina mamosteyên kurd bi zimanê dayîkê ji bo dersdayina  dersên kurdî.
3.      Amade û peydakirina pirtûk û materyalên dibistanan ji bo zarokên Kurdan.
4.      Vekirina kursên zimên ji bo mezinan.
5.      Bi mebesta danenaskirina ziman û çanda kurdî, lidarxistina civîn û semîneran. Danîn û meşandina pêwendiyên dastaniyê bi mamoste
        û saziyên wan yên dewletên Ewrûpayê re.
6.      Lidarxistina civînên piştgiriyê ji bo zarokên kurdan û herwiha zarokên gelên din.
7.     Sazkirina komîteyên kar û xebatê ji bo amadekirin û pêkanîna semîner û konferansan.
8.      Piştgirîkirina projeyên netewî û navnetewî yên ji bo pêşxistin û perwerdekirina zarokên Kurdan yên li Kurdistanê dijîn têne amadekirin.
9.     Peyda- û amadekirina alavên dersan ji bo zarokên Kurdan yên li welêt û dervayê welêt.
10. Di nav çarçoveya zagonên alman de civandina alîkariyên madî li gorî armanc û ramanên komelê.
11. Alîkariyên diravî bi nivîskarên alavên perwerdehiyê amade dikin re.

- §3 -
Sûdwergirtina giştayî (Gemeinnützigkeit)

Yekîtî tenha û yekser li gorî armancên sûdwergirtina giştayî ya hercar, li gorî nivîsîna rêbaza bacê xebatê dimeşîne. Yekîtî xebateke
ne ku aboriya şexsî di rêza pêş de ye, dimeşîne. Alavên yekîtiyê tenha li gorî armancên destûrê têne bikaranîn. Endamên yekîtiyê tu
qezencan wernagirin. Rê li ber kesekî ne vekirî ye, ku pereyên yekîtiyê di ber hin armancên derveyî destûrê de bide, an jî bê
isûl û zêde xerc bike.
- §4 -
Çavkaniyên aborî
Yekîtî di warê ramiyarî de bi tû partiyan ve ne girêdayî, ango serbixwe ye. Ew xwe bi mehanetiyên endaman, alîkarî, hatinen ji şev
û şahiyên çandî, firotina pirtûk û weşanan, herwiha alîkariyên dayreyên perwerdeyiyê debar dike.
- §5 -
Endametî

Kesekî hê di nav xwendina pedagojî de be, an jî xwendina xwe ya mamostetî- an jî beşekî pedagojiyê biribe serî, dikare bibe endamê
yekîtiyê.0 Kesên bê xwendineke akademîtî jî bi kar û xebatên zimanê kurdî ve mijûl in, dikarin bibine endamên esîl û li gorî armancên
yekîtiyê aktîf bixebitin.

Kesê ku dixwaze bibe endam dive forma serlêdanê dagire û bide komîteya kargêr. Endamtî di serê meha ku piştî biryara komîteya
karger tê de destpêdike.

- §6 -
Mehanetî

Ji endaman mehanetî tê girtin. Miqtarê mehanetiyê di kongreyê de tê tesbît kirin.

- §7-
Endamên rûmetê
Bi biryara komcivînê, mamosteyên biyanî, herwiha kesên din yên piştgiriya kar û xebatên yekîtiyê dikin, dikarin bibin endamên YMKê yên rûmetê.
- §8 -
Ji endametiyê derxistin û derketin

1.      Endamên ku bi xwe dixwazin ji yekîtiyê derkevin, divê bi nivîskî serî li komîteya karger bidin. Ewê di dawiya salê de ji lîsteya
        endaman werine derxistin.
2.      Endamê ku li dijî armanc û prensîbên destûra YMKê derbikeve, pêşî bala wî tê kişandin. Heke dîsa berdewam bike, bi biryara
        komîteya navendî ji endametiyê tê derxistin.
3.      Endamên ku se (3) mehan li dûv hev, an jî di tevayiya salê de pênc (5) caran mehanetiya xwe nedin ji endametiyê tên derxistin.
4.      Endamên armanc û destûra yekîtiyê binpê bikin, ewil bala wan tê kişandin. Eger ew lêborîna xwe nexwazin û herwiha rewşa xwe negûhêrîn,
        ji aliyê komîteya karger ve ji endamtiyê têne derxistin. Di vê darbarê de endam têne agahdarkirin.
5.      Biryara dawî di kongireyê de tê dayin.

- §9 -
Organên yekîtiyê

Organên yekîtiyê kongire û komîteya karger in.

- §10 -
Kongire

1.      Kongire organa herî bilind e. Hemû endam xwedîmaf in, ku tevlî kongireyê bibin. Mafê dengdanê bitenê yê endamên esîl e (§5).
       Mafê endamên rûmetê (§7) yê dengdanê tine.
2.      Kongire di van derbaran de biryar distîne:
a) Pejirandina rapora salane ya xebatê, herwiha pejirandina pîlansaziya sala were û rûsipîkirina komîteya karger,
b) hilbijartina endamên komîteya karger,
c) derxistina endaman ji endametiyê,
d) tesbîtkirina mehanetiya endaman
e) xalên bingehîn li gorî §2,
f) girtina biryaran di derbarê gûhertina destûrê û herwiha daxwaznameyan têne dayin de,
g) pejirandina endamên rûmetê.

- § 11 -
Komîteya karger

  1. Komîteya karger ji serok, du cîgirên serok, sekretêr û kasedar pêk tê.
  2. Ji xeynî wê, bi mebesta firehkirinê; ji bo komîteya karger, 4 endamên esîl û 2 endamên cîgir jî têne hilbijartin.

- §12 -
Berpirsiyariyên komîteya karger û endamên wê

  1. Serok an jî cîgirekî wî li gel- û li dervayî dadgehê komelê temsîl dike. Ew civînan komîteya birêvebir amade- û îdare dike. Li gel dadgehê komele
  •  tevlî serok, an jî cîgirekî wî, ji aliyê du endamên komîteya birêvebir ve tê temsîl kirin.

  1. Cîgirêkî serok, dema serok ne amade be, cihê wî digire. Yek ji cîgiran karên xwedîderketina li endaman, danîna pêwendiyan bi mamosteyên
  • din û organîzekirina karên hevkariyê bi yekîtî û insiyatîfên malbata re digire. Cîgirê din karên danîn û meşandina pêwendiyên sazî û dezgehên
  • din yê perwewerdeyiyê digire xwe,

  1. Sekrêtêr: Protokol û raporan digire û karên nivîskî yên rêvebiriyê bi cih tîne.

  1. Kasedar: Hatin û çûna yekîtiyê digire. Mehanetiye dicivîne.

  1. Endamên komîteya karger: Mafê cîgiran heye ku beşdarî civînên komîteya karger bibin û dîtinên xwe bînin zimên û ew ji bo dengdanê xwedîmaf in.

  1. Endamên komîteya karger yên cîgir: Endamên cîgir li ser daxwaziya komîteya karger dikarin beşdarî civînên komîteya karger bibin. Lê mafê wan
  •  yê dengdanê tune. Gava yek ji endamên komîteya karger kêm bibe, hingê ew cihê wî digire.

- §13 -
Berpirsiyariyên komîteya karger û endamên wê

1.      Komîteya karger di kongireyê de ji bo du salan tê hilbijartin. Gava yek ji endametiya komelê derkeve, endametiya wî ya komîteya
        karger jî dikeve.
2.      Eger yek pêşwext ji endametiya komîteya karger derkeve, komîteya karger dikare ji bo dema mayî endamekê/î hilbijêre.

- §14 -
Lidarxistina kongireyê

Ji aliyê komîteya karger ve du heftî berê, tevlî diyarkirina rojevê endam nivîskî li ser lidarxistina kongire têne diyarkirin.
Dem û cihê kongireyê ji aliyê komîteya karger ve tê kifşkirin.

- §15-
Kongireya awerte

1.      Kongireyeke awerte tê lidarxistin, gava ji aliyê piraniya endamên komîteya karger ve biryar were sitandin.
2.      Dîsa kongireyeke awerte tê lidarxistin gava ji sedî bîst ji endaman bi nivîskî, tevlî diyarkirina sedem û armancan daxwaz  bikin.

1.      Kongre xwediyê hêza biryargirtinê ye, eger bi hindikayî ji çaran yek endam amade bin. Gava kongire ne xwediyê biryargirtinê be,
        komîteya karger mecbûr e di nav çar heftiyan de kongireyeke din, di bin heman rojevê de bide lidarxistin. Kongireya duyemîn bêyî
        li hijmara beşdaran were rihêntin, xwediyê hêza biryargirtinê ye. Divê ev yek di vexwendnameyê de were diyarkirin.
2.      Kongire biryarên xwe bi piraniya dengên têne dayin, distîne. Dengên bê alî nayên jimartin. Ji bo gûhartina destûrê ji sisiyan dido ji
        dengên endaman pêwîst e.
  1. Kongire ji aliyê komîteya karger ve tê vekirin û di pey re ji bo meşandina  kongreyê serokdîwan tê hilbijartin. Ew heta dawî, li gor rojevê kongreyê dimeşîne.
  2. Di derbarê biryarên kongireyê de protokolek tê girtin. Protokol ji aliyê serokdîwan û nivîskar ve tê destnîşankirin.

- §17 -
Belavkirina yekîtiyê

Yekîtî bitenê di kongireyeke bi vê mebesta belavkirinê tê lidarxistin de, bi hejmara ji sisiyan dido dengên nûneran, were belavkirin.
Dema biryara belavkirina komelê bê girtin, hemû mal û hebûnên komelê bi biryara kongreyê dewrî saziyeke ku ji bo parastina ziman
û çanda kurdî xebat dike, tê kirin.

- §18 -
Gûhertina destûrê di rewşên taybetî de

Gûhertinên ji aliyê dadgehê, an jî ji aliyê dayreya bacê (Fînanzamt) ve di nav çarçoveya armancên komelê de werine xwestin,
dikarin bê biryara kongireyê, ji aliyê komîteya karger ve werin bicihanîn. Di vî warî de komîteya karger xwedîhêz e.


Ev destûr cara dawî di kongireya awerte ya di 05.06.2010an de li Dortmundê hate lidarxistin de hate gûhertin.


_______________________                                                                ____________________

 Muharrem Ayalp                                                                                     Fettah Timar

          (Serok)                                                                                                 (1. Cîgirê Serok)


(YMK-DesturSatzung-Destûra-nû)

Zurück zum Seiteninhalt | Zurück zum Hauptmenü