Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK) komeleya herî mezin û kevn ya mamosteyên kurdî li Almanyayê ye. Komele di sala 1993’an de li hatiye damezirandin. Komeleya me, piştî damezirandina xwe heta niha ji bo:

  • pêşvebirina dersên zimanê kurdî di dibistanan de bi awayekî çalak kar dike,
  • ji bo perwerdekirina mamosteyên nû û perwerdehiya navxweyî ya mamosteyên heyî semînar û xebatan pêk tîne,
  • pirtûk û materyalên din ên ji bo hîndekariya kurdî amade dike,
  • bi sazî û dezgehên pîşeyî yên bi ziman, perwerdehî û mamostetiyê re têkildar hevkarî dike,
  • bi sazî û dezgêhên fermî yên bi wezaret an jî senatoyan re girêdayî re têkilî datîne, hevkarî dike, daxwaz û pêdiviyên dersên kurdî û mamosteyan radigihîne,
  • bi sazî û komeleyên ziman û perwerdehiya kurdî re eleqedar hevkariyê dike, kar û projeyên hevpar pêk tîne,
  • bi malbatan û komeleyên malbatan re dixebite ji bo ku beşdarî û piştgiriya dersên kurdî zêde bibe,
  • her wiha sempozyûm, semîner û panelên cur bi cur li dar dixe, taybetî ji bo mamosteyan.

Heta niha komeleya me 27 pirtûkên ji bo dersên kurdî li Almanyayê amade kirine û çap kirine. Ev pirtûk di piraniya dersên kurdî de tên bikaranîn.