Hîndekariya Kurdî li Almanyayê sal bi sal pêş ve diçe û her sal hejmara xwendekarên dersên kurdî û mamosteyan zêde dibin. Lê belê, derfetên perwerdehiya mamosteyên kurdî yên taybetî ji bo zimanê kurdî hêj jî gelek kêm in. Mamoste piranî li gorî derfetên xwe yên sînorkirî hewl didin ku ji bin zehmetî û astengiyên kar yên mîna çareserkirina mijara cudahiyên devokî, ferqa di navbera zimanê nivîskî û ya devkî, kêmbûna materyalan û hwd. derkevin. Mamosteyên kurdî beşdar dibin semînerên perwerdehiyê yên giştî ji bo hemû mamosteyên dersên zimanê dayikê ku gelek caran ne li gorî pêdiviyên mamosteyên kurdî ne. Semîner û kargehên ji bo mamosteyên kurdî jî ne li gorî rêbaz û bernameyeke daîmî ye, zêdetir li gorî pêdivî û derfetên demkî pêk tên. Di ser wan hemûyan da jî, mamosteyên kurdî her wiha mecbûr dimînin ku malbata îkna bikin ji bo qeydê zarokan; li hemberî gef û siyasetên dewletên dijî kurdan û kurdî têbikoşin; xwendekarên ku astên wan ên zimanî gelek ji hev cuda perwerde bikin û hwd. Lewma, bernameyên daîmî û xweyî bingeheke zanistî yên ji bo pêşveçûna pîşeyî (perwerdehiya navxweyî) yên taybetî ji bo hîndekariya kurdî li Almanyayê gelek girîng û hewce ne. 

Wek komîsyona perwerdehiya navxweyî ya Komeleya Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK), em dixwazin vê valahiyê dagirin û bibin bersiv ji bo pêdivî û hewcedariyên mamosteyên kurdî li Almanyayê. Lewma jî em dixwazin bernameyeke salane ya rêzekargehan amade bikin û bi rê ve bibin. Ev bername dê ne tenê bibe platformeke ku derfetên xwepêşvebirinê pêşkêş bike, her wiha bibe alîkar ku mamoste ji hev dû jî hîn bibin, hevkariyeke xurt navbera wan de çêbe û çavkaniyên xwe bi hev dû re parve bikin, baştir bikarin bersiv bibin daxwaz, bendewarî û hewcedariyên xwendekar û malbatên wan  û ser de jî hîndekariya kurdî li Almanyayê pêş ve bibin wek aktorên herî girîng ên  zimanê kurdî.  

Armancên sereke:

  1. Xurtkirin û pêşvebirina zanîn û şiyanên (jêhatîbûnên) pedagojîk û pîşeyî yên mamosteyên kurdî bi rêya rêzekargehên ji aliyê pispor û pirspiyan
  2. Danîna hevkariyan di nav mamosteyan de ji bo ku pratîkên kêrhatî bi hev dû re parve bikin, stratejiyên nûjen ên hîndekariya zimanê dayikê hîn bibin, û bi hev re li ser materyalan bixebitin û wan pêşve bibin.
  3. Bilindkirina hişyariya heyî ya derbarê zehmetî û astengiyên li hemberî hîndekariya kurdî yên mîna guherînên devokî, kêmasiya materyal û bernameyên hîndekariyê, astengiyên siyasî û civakî û hwd. 
  4. Afirandina platformeke daîmî ku mamosteyên kurdî serpêhatî û zehmetiyên xwe bi hev dû re parve bikin da ku bikarin çareserî û bersivên hevpar ji wan re werin dîtin.