Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK bi lidarxistina kongireya di 20.11.1993an de, li Elmanya, li bajarê Braunschweigê, bi beşdariya zêdeyî 30 kesên têkildarê kar û xebatên ziman û perwerdeyiya kurdî, hate damezirandin. Cihê rûniştina saziyê „Hannover“ hat pejirandin.

YMK li ser bingeha netewa kurd, ji bo perwerdekirin û nûjenkirina civakê û herwiha ji bo pêşîgirtina pîşewit û helandina çand û hûnera kurdî derkete holê. Rewşa zarokên kurd, jiyana malbatan di hoyên koçberiyê de, di rojeva kar û xebatên YMKê de xalên bingehîn girtin.

Di kongireyên salên din de, di destûra YMKê de gelek gûhartin hatin çêkirin. Hin xalên din li armancên YMKê hatin zêdekirin, qada xebatê hate firehkirin, cihê rûniştina saziyê hate gûhertin. Cihê rûniştinê, ku berê „Hannover“ bû, wek Dortmund û di pey re jî wek „Oldenburg“(OL) hate gûhertin.

YMKê li ser van esasan, di nav vê dema li paş hiştî de, tevlî hemû astengiyan gelek kar û xebatên giranbîha yên mîna amadekirina bernameyên perwerdeyiyê ji bo polên ji 1ê heta 10an, amadekirina pirtûk û materiyalên dersan,  pêşkêşkirina alîkariyên şêwirmendiyê ji bo malbatan, vekirina kursên amadekirina mamoste, perwerdevan û vergervanan, civandin û ragihandina alîkariyên cûrbecûr ji bo penaberên kurd ûhwd. pêk anîn.

YMKê bi Wezareta Karê Perwerdeyiyê ya Kurdistanê û herwiha bi sendîkayên li Tirkiyê Egitim-Sen û KESK, bi ya Elmanya GEW (Gewerkschaft Erziehung und Wissenschaft) û ya Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê re pêwendiyên germ danîn û bi awakî germ dimeşîne.

YMK ji bo destxistin û firehkirina mafê perwerdeyiya kurdî li welatên Ewrûpayê hewl da xwe. Lê mixabin ji ber xemsariya sazî û malbatên kurd, armanca hêvî dikir bi dest nexist. Ev maf bi tenê bi hin herêmên Elmanya yên mîna Bremen, Hamburg, Saxsena Jêrîn, Ren-Vestfalena bakur bi sînor ma.

Herciqas YMKê hewld da xwe jî, ji ber bêpolîtikaya partîyên kurd ya di derbarê perwerdeyiyê de, erzannêzîkbûna malbatan û tênegihiştina wan ya fêdeyên bi zimanê dayîkê û herwiha xemsarî û xwepêşdenexistina mamosteyan, rê li pêşiya van hewldanan girtin û bûn kelem.

YMKê heta sala 2007an tevlî kongireya damezirandinê bi tevayî 10 kongire lidarxistine û kar û xebatên wê di bin serokatiya Selîm Biçûk, Emîn Akbaş, Aydin Bingöl, Mahmut Aydin, X.Zaroj-Stêrk û Muharrem Ayalp de, bê navber hatine meşandin.

Hijayî gotinê ye, mirov bê pesindan bêje, ku YMK tevlî hin kêmasiyan, xebata daye pêşiya xwe heta îro bê navber bi derfetên xwe meşandiye.

Gava sazî, malbat û mamosteyên kurd dest bidine hev û li ser bingeha berjewendiyên netewî bi hevdû re xebatê bimeşînin, wê tu sebeb nikaribe pêşî li xebatên YMKê bigire.

Emin Akbaş