Pirtûka Gencîneya Peyvên Bingehîn

Pirtûka me ya bi navê Gencîneya Peyvên Bingehîn derket. Ev pirtûk ji bo xwendekarên dibistanan ku beşdarî dersên zimanê kurdî dibin, mamosteyên zimanê kurdî û kesên ku dixwazin kurdî hîn bibin, bi awayekî birêkûpêk peyvên nû pêşkêşî têkildaran dike.

Di pirtûkê de 33 mijarên sereke yên di hînkirina piraniya zimanan de bêtir tên bikaranîn cih digirin. Ji bo her mijarê 15 peyvên di jiyana rojane de ji aliyê bikaranînê de xweyî rêjeyeke bilind in, hatine destnîşankirin. Hem ji ber mijarên hatine hilbijartin hem jî bi saya wêne û hîndariyên hatine bikaranîn, ev pirtûk dikare di Hêlîn û/an Pêşdibistanan de ji bo zarokên ji 6 salî biçûktir; ji bo xwendekarên dibistana seretayî û ya navîn; her wiha di hînkirina kurdî ji bo mezinan de jî were bikaranîn.

Lewma, ev pirtûk ji bo mamosteyên zimanê kurdî wek materyaleke sereke ye. Lê belê, kesên dixwazin bi serê xwe hînî kurdî bibin an jî kesên ku kurdî dizanin lê dixwazin peyvên almanî hîn bibin dikarin ji vê pirtûkê sûdê wergirin.

Di amadekirina pirtûkê de zaraveya kurmancî wek bingeh hatiye girtin, lê belê di pêşkêşkirina peyvan de di rûpela duyemîn a her mijarê de peyv bi kurmancî û almanî hatine dayîn. Her wiha, di rûpela çaremîn a her mijarê de, xwendekar dikarin hemû peyvan bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî/zazakî tevî almaniya wan bibînin. Bi vê taybetiya xwe, ev pirtûk yekem nimûneya materyala hîndariyê ye ku bi awayekî pirzimanî hatiye amadekirin. Lewma, pirtûk ne tenê di hînkirina kurmancî de her wiha ji bo soranî, kirmanckî û almanî jî dikare were bikaranîn.

Pirtûk bi edîtoriya endamê rêveberiya komeleya me Mamoste Abdulkadir Ulumaskan, bi amadekariya Fevzî Özmenê rehmetî, Abdulkadir Ulumaskan û Samir Kheder Abde li ser bingeha Kurmancî hatiye amadekirin. Wergera pevy û nivîsên Kirmanckî ji aliyê Seyidxan Kurij, wergera Soranî ji aliyê Samir Kheder Abde, Nihal Gallal û Dilşad Xoşnav, wergera Almanî jî ji aliyê Abdulkadir Ulumaskan hatiye amadekirin. Yusuf Bilgiç, Mahmut Aydin, Rêzan Demir, Roni Stêrk, Elişêr Sayan û Nalin Hacika redaksiyona peyv û nivîsan kirine. Grafîk û rûpelsazî jî ji aliyê Bilge Sümer ve hatiye çêkirin.

Divê bê gotin ku ev pirtûk bi hevkariya Akademiya Yekmalê hat amadekirin. Di pirtûkê de, pêşgotina berpirsiyarê Akademiya Yekmalê, Şerif Derince jî cih digire.

Spasdarî

Ji bo alîkarî û şêwirmendiya zanyarî, em ji Şerif Derince re gelekî spasdar in. Em ji bo piştgiriya Sendîkaya Perwerde û Zanistê – GEW gelekî spas dikin.
Ji bo alîkariya aborî ya çapkirina vê pirtûkê em ji Civaka Kurd li Almanya re gelekî spas dikin.