Sempozyûma Roja Zimanê Dayikê

Yek ji rojên girîng ên di nav têkoşîna zimanî û binpêkirina mafên zimanî di seranserê dinyayê de, Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê ye ku her sal 21ê Sibatê bi awayekî rengîn û çalak li gelek welat û derdoran tê pîrozkirin. Yek ji van çalakiyan li Almanyayê, sempozyûma salane ya yek ji hevkarên me Yekmal e.V. û Akademiya Yekmalê ye ku gelek caran, me jî wek komele hevkarî kir.

Yekmal ji sala 2010’an ve her sal bi sempozyûmeke berfireh roja zimanê dayikê pîroz dike. Sempozyûma îsal jî dê 21ê Sibatê bi serenavê “Pirzimanî di Malbatê de” li Berlînê bi awayekî rû bi rû pêk were. Em Yekmalê û Akademiya Yekmalê pîroz dikin ji bo vê xebata wan a daîmî û serkeftî.

Li jêr daxûyaniya sempozyûmê heye.

Sempozyûma Roja Zimanê Dayikê: 2025
—-