Kesên dixwazin di dibistanan de wek mamosteyên kurdî bixebitin, divê hinek şert û mercan pêk bînin. Hejmar û naveroka van şert û mercan li gorî eyalet û bajaran diguherin. Lê kêm zêde hin şertên bingehîn hene. Mirov dikare şertên bingehîn wisa rêz bike:
- Dîplomeya beşekê perwerdehiyê an jî beşekê têkildar
- Belgeya asta zimanê kurdî ji bo C1
- Belgeya asta zimanê almanî (herî kêm B2 an jî C1)
- Tecrûbeya mamostetiyê