DENGEKÎ XEMGÎN, DENGBÊJ MAHMÛDÊ HESÊ

Ji ber ku Kurdan nikaribûne, çand û dîroka xwe bi xwe binivîsin, tomar bikin û bigihînin nifşên dû xwe, dengbêjiyê ew kar kiriye û mirov dikare bi xêra dengbêjan ji teybetiyên çanda kurdî haydar bibe. Di vî awayî dengbejiya kurdî bûye mîna çavkaniya zargotina/folklora kurdî.

Dîsa ji ber sedêmen kêmderfetiya nivîskî, dengbêjî û dengbêj wek referansa ferhenga zimanê kurdî ne. Mirov gelek peyv û formên zimanê kurdî yên resen di klamên dengbêjan de dibîne û dikare pişta xwe bispêre rastî û reseniya wan gotinan. Gelek peyvên êdî ji bîr bûne û wateyên wan kêm tên zanîn jî, di nava stranên dengbêjan de veşartî ne. Di vî alî de stranên kurdî weke gencîniya peyvên zimanê kurdî ne.

Dema ku mirov baş guhdarî bike, di stran û vegotinên dengbêjan de hema hema her cure çanda kurdî tê dîtin. Stranbêj, bi stran û vegotinên xwe tevî danasîna ji cih û dema bûyeran bigire heta urf, edet, gotinên pêşiyan û bivêjan û hatanî cil û bergên kurdî hemû jiyana Kurdan tîne ber çavan û mirov di derheqê serdema stranan de taybemendiyên çand û dîroka Kurd, kurdî û Kurdistanê de dibe xwediyê agahdarî û ramanekê.

Bi deng, şîrove, tarz û vegotinên xwe gelek dengbêjên/stranbêjên/klambêjê Kurd hene. Ji van yek jî Mamûdê Hesê ye. Mixabin wek gelek dengbêjên Kurd, li ser jiyan û hunera Mamûdê Hesê jî xebat tunene. Li ser dengbêjiya kurdî hinek xebat û lêkolînên hatibin kirin jî li ser jiyan û hunera her dengbêjê/î xebatên zêde tunene yan jî pir kêm in. Lê di derbarê Mamûdê Hesê gelek dengbêjên sadsala dawîn, tiştê baş ew e ku heme hema hemû stranên wî/wan gotine, hatine tomakirin. Ev ji bo lêkolînan, jêderên pir baş in û dikare hunera wan ya dengbêjiyê bi awayekî pisporî bên belgekirin.

Mamûdê Hesê bi navê fermî Mahmut Demir, li gorî hevpeyvîneke wî ya kurt, di sala 1938 an de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîkê bûye. Di dû re malbata wî çûye li gundekî Qoserê (Qiziltepe) bi cihwar bûne. Wî 78 sal emir kiriye û di sala 2016 an de jî çûye ser dilovaniya xwe.

Di dengbêjiya Mahmûdê Hesê de bandora apekî wî yê dengbêj lê bûye û wî di 15-16 saliya xwe de dest bi dêngejiya kurdî kiriye. Wî bêtir stranên klasîk gotine. Stranên Mahmûdê Hesê gotine bi piranî li ser şerên navxweyî, mêrxasiyê û evîndariyê ne. Mahmûdê Hesê, destanên kurdî yên navdar wek Memê Alan, Siyabend û Xecê û bi çend awayên cuda Dewrêşê Evdî ûwd. him bi stran û him jî vegotin straye û gotiye. Dengbêj Mahmûdê Hesê gelek stranên herêmî û netewî bi terzê xwe, awayên cuda gotine. Stranên ew dibêje tev jî ne ji bûyerên xeyalî ji serpêhatiyên rasteqîn in û her stranek, çîrokeke xwe ya rastîn ya jiyana Kurdan heye.

Wek dengbêj Mahmûdê Hesê bêtir li herêma Qerejdaxê (Mêrdîn, Ruha, Amed) û li Rojavayê Kurdistanê hatiye/tê guhdarî kirin. Wi herî zêde klamên herêma Qerejdaxê û bi piranî jî yên li ser Eşîra Milan, Brahîm Paşayê Milî û Destana Dewrêşê Evdî û evîndariya Edûlê bi çênd awayên cuda cuda gotine.

Lê ew li herêmên Kurdistanê yên din jî tê naskirin û guhdarîkirin. Ew ne bi tenê stranên herêma xwe yên aliyên Kurdistanê yên dinê jî dibêje. Wek mînak ji Amedê strana „Mala Cemîl Paşa“, ji Serhedê „Rizayê Xêlit“, ji Xerzan „Hesê Brahîm û Bişarê Çeto“ ûwd. gelek stran gotine.

Stîl, vegotin û şîroveya Mahmûdê Hesê ya stranan gelekî balkêş e. Di terzê wî de vegotinek herikbar, tevî danasîna xweza, derdor, kesayet, helwestê, salixên bejn û bal û heta cil û bergan jî gelek taybetiyên çanda kurdî tê dîtin.

Di terz û sewta Mahmûdê Hesê de xemgînî heye. Wî bêtir serpêhatiyên xemginiya Kurdan gotiye û ew xemgînî di nava dengê xwe de bi cih kiriye.

Di stranên ku ew dibêje, de bi gelemperî mirov xemgîniyeke kûr dibîne. Di stranên evîndariyê de jî bêtir xemgînî li pêş e. Lê di nava vê xengîniyê de çanda kurdî baş tê danasîn û bingehê hişmendiyeke folklorîk ava û mayinde dibe.

Di gelek stranên Mahmûdê Hesê de ji aliyekî pesnê mêrxasiyê ji aliyekî de gilî û gazincên şerên navxweyî û xemgîniya vê ji aliyê dinê de jî, bi dengê bilind serhildaneke li dijî zordariyê heye.

Ew vê helwesta xwe di stranan de diyar dike û helwesta Kurdan ya li dijî zordestiyê nîşan dibe.

Di jiyana Kurdan de bi piranî xemgînî û xemkêşî heye û ew di nava stranên gelek dengbêjan de diyar dibe. Lê, Mahmûdê Hesê bi taybetî stranên xemginîyê hilbijartine. Ev ji reşbîniyê zêdetir, wek rastiya civakê ya hatiye xemgînkirin, dertîne pêş. Bingeh û sedemên xemgîniyê dide diyar kirin ku bi vê re bîr û hişmendiyeke civakê jî, tê jîndarkirin û avakirin. Helbet belkî ev ne armanceke plankiriye, lê di encamê de ev haydarî derdikeve holê. Di vî tarzê xwe de Mahmûdê Hesê gelekî hosta ye yan jî bi xwe gelekî xemgîn û hêstyar e. Bi hêst û dengê xwe yê xemdar; rastiya kul, keder, hêvî û bendewariyên civakê tîne zimên. Ji ber vê jî hunera Mahmûdê Hesê bi rastî û pêwîstiya civakê ve giredayî ye. Di awazê dengbêjiya wî de bîraweriyeke folklor û çanda kurdî heye.

Dengê Mahmûdê Hesê, dengekî xemgîn û heznî (şînî) ye. Ferman û komkujiyên bi ser Kurdan de hatine, bi xemgînî, hêrsa li dij zordarî û xayintiyê, pesindayina lehengiya Kurdan vedibêje û carcaran jî hêrsa xwe bi çêran tîne ziman. Wek mînak di strana li ser fermana Brahîm Paşayê Milan de wek dîsgotin gelek caran ji serbazên leşkerî re dibêje: „Ez ê di dayika te ji vir hetanî cem Cûdî Paşa ..!“ Di heman stranê de di her dawiya risteyê de ajotina, Evdilrehmanê Paşê ku bi tivingê di rojekê de sê caran ajotina ser topê, wek qehremanî dubare dike û pesnê wî dide.

Dîsa Mahmûdê Hesê, di stranên xwe de gelek caran gotinên „Roma Bêbext, Roma Xayin, Roma Tirek, Roma Bêbext, Teresê Tirkan, Bêbavê Tirkan!“ ûhw. dubare dike. Di gotina „Roma xayin û bêbext“ de mabesta wî û ya hemû dengbêjan rayedar û lêşkerên Tirk in.

Awayê pesin û hêrsê di stranên denbêjên din de jî hene. Belkî jî hêstên Kurdan yên wê demê li dijî fermanan tîne zimên. Lê terz û xemginiya dengê Mahmûdê Hesê hinekî cudatir e. Di dengê wî yê xemgîn û heznî de mirov bobelatên bi serê gel de hatine baştir hêst û fêm dike.

Mîna gelek stranên dengbêjên din de, di stranên Mahmûdê Hesê dibêje de jî bi awayekî xurt; dilovanî, dilsozî û xêrxwaziya jinên Kurd tê nîşandayin. Di nava stranên evîndariyê de fedakariya jinan bi zelalî tê gotin. Bi taybetî di şerên navxweyî de dilşewatî û hewldanên jinan yên aştîxwaz Mahmûdê Hesê bi balkêşî diyar dike. Ev di strana „Teyar û Dewrêş“ û „Mala Nêsir“ û gelek stranên wî yen din de jî xuya ye.

Hinek dengbêj li gorî demê, cih û rewşê, carna hin stranên klasîk dibêjin, hinekî diguhrînin û ev stranê hinekî ji rastiya xwe dûr dike. Lê bi qasî me dît, Mahmûdê Hesê, çîrok/bûyerên stranan naguherîne û xwerîtiya wan dibêje. Bi tenê di hinek stranan de yek peyvên erebî û tirkî xistiye nava stranan. Lê dibe ku ew jî, ji ber bicihbûna van peyvan a di devokên herêmê de be.

Di nava stran û vegotinên Mahmûdê Hesê de gelek urf, edet, gotinên pêşiyan û bivêjên kurdî hene. Di strana „Teyar û Dewrêş“ de dibêje: „Malê mêran hefsê mêra ne.“ û „Șam dûr ê yan mişar?“

Di gotina „Malê mêran hefsê mêra ne.“ de taybemendiyeke edeta Kurdan ku di mala xwe de neheqî lê bên jî, xisarê nadin kesên din, diyar dibe û ji xwe di klamê de ev rewş wek bûyer jî heye.

Di strana „Xerabo“ de jî: „Dilê tirsonek bi sîngên spî şa nabe.“ heye. Ev gotinên pêşiyan û bivêj di gelek stranên ew dibêje de û di yên din de jî hene. Belê rast e, ev gotinên pêşiyan û bivêj ûwd. yên kurdî ne û ne Mahmûdê Hesê bi xwe afirandine, yan jî xistine nava stranan, lê parastina reseniya klasîkan girîng e. Wî ev xwerûtî baş parastiye û ew rewş bi hunerwerî di nava stranan de hûnaye. Ev teybetmendî ji bo pênaseyên civakî û zargotinî heta ji bona dîroknasiyê jî ji lêkolîneran çavkaniyên gelekî baş in.

Hinek stranên ku Mahmûdê Hesê gotine:

  1. Memê Alan (Destan)
  2. Îskan Paşa (Destana Dewrêşê Evdî bi stran û gotin. Lehengî û evîndarî. Herêm Wêranşahr)
  3. Eşîra Milan (1908, fermana mala paşaya Milan. Lehengî û xemginî. Herêm Wêranşahr)
  4. Cemîl Paşa (Xemgîniya li ser fermana Mala Cemîl Paşa. Herêm Amed)
  5. Hesê Brahîm (Șerê Mala Nêsir û Mala Hecî Mihemedê Mistê. Herêm Xerzan / Bişêrî)
  6. Mala Nêsir (Șerê navxweyî. Pesnê mêrxasiyê û xemgîniya xebîneta kuştiyan)
  7. Teyar û Dewrêş (Șerê xal û xwarzê, xemgînî)
  8. Rizayê Xêlit (Strana şerê di navbera Mala Ecem, Xêlit û Mala Șewêş de. Herêm Serhed)
  9. Bişarê Çeto (Șerê bi leşkerên dewleta Tirk re. Herêm Xerzan)
  10. Emê Gozê (Șêre navxweyî û pesndayina mêrxasiyê. Herêm Xerzan)
  11. Hedbano (Hespê Dewrêşê Evdî. M. Hesê bi çend awayên cuda li ser vê destanê gotiye.
  12. Delal (Evîndariya Dewrêşê Evdî û Edûlê bi awayekî din hatiye gotin.)
  13. Xerabo (Evîndarî û rexneya newêrekiya evîndêr)
  14. Bedew Canê û Oso (Evîndariya xemgînî)
  15. Bavê Mihemed Nûrî (Șêr, mêrxasî û xemgînî/şîn)
  16. Smaîlo (Evîndarî û şêr)
  17. Suwaro (şêr)
  18. Elîyê Ûnis (şêr)
  19. Hesênê Mala Mûsa (Delal / evîndarî)
  20. Kirîvê Sînan (evîndarî)
  21. Yar Meyremê (evîndarî)
  22. Emînê Ahmed (evîndarî)
  23. Bavê Fexrîya (evîndarî)
  24. Bavê Nûrê
  25. Bavê Șikrî ûwd.

Bilge Zayci

Abdulkadir Ulumaskan