ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ YA NAVNETEWEYÎ

Roja Zimanê Dayikê li we pîroz be!

ڕۆژا زمانێ دایکێ ل وە پیرۆز بت!

Îro 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya navneteweyî ye. UNESCOyê bi peywendiya çalakiya 21ê Sibata sala 1952an ya zimanê bengalî, ev roj di sala 2000an de wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ragihand. Ji boer vê yekê hersal, di 21ê Sibatê de bi mabesta; balkişandina ser girîngî û parastina zimanê dayikê û pirzimaniyê, ev roj, mîna Roja Zimanê Dayikê li her derê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.

Li gorî agahdariyên UNESCOyê ji sedsala 15an û vir de ji ber; şer, komkujî, qedexe û asîmlasyonê ji nêzî 15 hezar zimanan zêdeyî nîvê wan qir bûne. Ji sala 1950î yan ve jî heta niha li cîhanê 230 ziman qir bûne. Tê texmînkirin, eger bi vî awayî berdewam bike, di nava 100 salên din de dê sê hezar zimanên din jî qir bibin. Li cîhana îro ya qaşo pirzimanî û pirçandî, ji nêzîkî 7 hezar zimanên dijîn, 2400 ziman anku ji sêyan yek, di bin metirsiyê de ne û ji herdu hefteyan de zimanek qir dibe. Ti ziman ji ber xwe namirin, an tên kuştin an jî ji bêxwedîbûnê qir dibin.

Mirina her zimanekî mirina parçeyekî ji malbata mirovatiyê ye. Bi mirin an kuştina her zimanekî re; çandek, dîrokek û civakek jî dimire an jî tê kuştin. Lewma jî parastina zimanê dayikê, ne bi tenê nirxekî neteweyî ye belkû parastina rûmet û dewlemendiya mirovatiyê jî ye.

Mixabin rewşa zimanê kurdî jî ji ber sedemên jorîn di bin metirsiyê de ye. Li gorî lêkolîneke du sal berê li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya axaftina zimanê kurdî ji sedî 40-45an daketiye. Ji xwe zaravayê zimanê kurdî-kirmanckî, çend sal berê UNESCOyê jî destnîşan kiribû ku di bin metirsiyeke mezin de ye. Heger axaftina zimanê kurdî ewqas daketibe, tê wê wateyê ku zimanê kurdî nîva nîv miriye an jî li ber mirinê ye. Zimanê zarok û ciwan pê neaxivin, êdî ew ziman li ber mirinê ye.

Li Ewrûpayê jî metirsiya qirbûna zimanê kurdî, mixabin ji ya li welêt gelekî bêhtir e. Êdî gelek zarok û ciwanên kurd, li Ewrûpayê, bi zimanê dayika xwe baş nizanin. Û ya ji vê xerabtir jî gelek ji van zarokan naxwazin zimanên xwe fêr bibin. Malwêraniya herî mezin jî ev e. Lê ev ne gunehê zarokan e, belkû yê dê û bavan ne. Ew malbatên zimanê xwe bi zarokên xwe nedin hezkirin, bi rastî, ew sûcdar û gunehbar in. Di girîngidana zimanê kurdî de em wek dê û bav, malbat, civak û sazî hemû berpirsiyarî ne.

Her çiqas li Almanyayê derfet û mafê perwerdeya zimanê kurdî hebe jî, ji ber xemsariya malbat, rêkxistin û saziyên kurd, ev derfet û maf baş nayên bikaranîn û zarokên me têra xwe jê sûdê nagirin. Ev rewş li hemberî zimanê me sûcekî civakî û neteweyî ye. Divê êdî em li xwe mikur bên, vê metirsiyê bi cidî werbigirin û dest ji vê xemsariyê berdin. An na em dê li hember zarok xwe û nifşên nû şermezar bibin.

Metirsiya li ser zimanê kurdî, êdî bi gilî, gazinc û sûcdarkirina dijminên zimanê kurdî nayê çareserkirin. Divê xwediyê ziman bi biryar û israr di her qadê de li zimanê xwe xwedî derkeve û bi zimanê xwe perwerde bibe. Di vê mijarê de ji civakê bêtir, sazî, rêkxistin û rewşenbîrên kurd, ji vê erka neteweyî berpirsiyar in.

Wek tê gotin: “Mirov û civaka ku zimanê xwe winda bike, bi ziman re hişê xwe jî winda dike!”

Bi rastî, me jî nîvê hişê xwe winda kiriye û nîvê mayî jî li ber windabûnê ye. 91 sal berê, mîrê zimanê kurdî, Mîr Celadet Berdirxan, metirsiya li ser zimanê kurdî, wek tunebûna çand û neteweya kurd dîtiye û bi vê hişmendiyê gotiye: “Kurdino, malxirabino, an bi kurdî biaxivin an jî nebêjin, em kurd in…” Lê mixabin em îroj jî tam ne di wê hişmendî û têgihîştinê de ne.

Di gel vê rewşê jî divê em ne reşbîn û bêhêvî bin. Bêhêvîbûn mirin e. Tevî xemsariyê gelek hewldanên hêja jî hene. Heger em bi siyaseteke ziman ya domdar têkevin nava tevgerê, bêguman em dê karibin, zimanê xwe rizgar bikin û pêş ve bibin. Bi vê bîr û baweriyê, em Roja Zimanê Dayikê li li hemû kurdîaxêf û tevahiya cîhanê pîroz dikin.

21.02.2024

Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa-YMK

Share Your Valuable Opinions


BERDEWAM BIKE

EM DIKARIN TISHTEKÎ HINBIBIN