DAXUYANIYA SERSAXIYÊ

Mixabin mamosteyê me yê hêja Fevzi Özmen xatir ji me xwest.
Mamoste Fevzi yek ji damezrînerên saziya me “Yekîtiya Mamosteyên Kurd – YMK,,ê bû û gelek salan di rêveberiya saziya me de cih girt û gelek xebatên giranbuha kirine. Mamoste di heman demê de Endamê Rûmetê yê saziya me bû. Gelek salan wî hevserokatiya Înstituta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Almanyayê kiriye.

Mamoste Fevzî jiyana xwe di nava xebatên zimanê Kurdî, kar û barên rewşenbîrî de derbas kir. Ew li ser xeta Ehmedê Xanî bi dil û rihekî welatparêz li ser çand, lêkolîn û perwerdeya zimanê Kurdî xebatên pir hêja meşandin û berhemên giranbuha ji me re, li pişt xwe hîştin. Wek endamekî YMKê û gelek sazî û dezgehên gelê Kurd ên din, li gelek qadên jiyanê erka keleheke xweragir a li hemberî înkar û asîmîlasyonê pêk anî.

Em wek rêvebir û hevalên wî sozê didin ku em ê şopdarên van xebatên wî yên watedar û girîng bin. Em ê vê meşa wî ya pîroz heta dawiyê bênavber bidomînin.

Em wek rêveberiya YMKê di serî de ji malbata Mamoste re, ji rêveberiya Înstituta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê re û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK


BERDEWAM BIKE

EM DIKARIN TISHTEKÎ HINBIBIN