1.      Hînkirin û perwerdekirina zarokên Kurdan bi zimanê dayîkê. Alîkarîkirin ji bo dana dersên zêde bi zarokên hewcedar û herwiha bi malbatên wan re.  
2.      Perwerdekirin û amadekirina mamosteyên kurd bi zimanê dayîkê ji bo dersdayina  dersên kurdî.
3.      Amade û peydakirina pirtûk û materyalên dibistanan ji bo zarokên Kurdan.
4.      Vekirina kursên zimên ji bo mezinan.
5.      Bi mebesta danenaskirina ziman û çanda kurdî, lidarxistina civîn û semîneran. Danîn û meşandina pêwendiyên dastaniyê bi mamoste û saziyên wan yên dewletên Ewrûpayê re.
6.      Lidarxistina civînên piştgiriyê ji bo zarokên kurdan û herwiha zarokên gelên din.
7.     Sazkirina komîteyên kar û xebatê ji bo amadekirin û pêkanîna semîner û konferansan.
8.      Piştgirîkirina projeyên netewî û navnetewî yên ji bo pêşxistin û perwerdekirina zarokên Kurdan yên li Kurdistanê dijîn têne amadekirin.
9.     Peyda- û amadekirina alavên dersan ji bo zarokên Kurdan yên li welêt û dervayê welêt.
10. Di nav çarçoveya zagonên alman de civandina alîkariyên madî li gorî armanc û ramanên komelê.
11. Alîkariyên diravî bi nivîskarên alavên perwerdehiyê amade dikin re.