Gencîneya Peyvên Bingehîn û Mamoste Fewzî

Armanca amadekirina pirtûka Gencîneya Peyvên Bingehîn, bi gelemperî ji bo fêrkirina zarok û xwendekarên dersên zimanê kurdî ye. Bêtir ji bo xwendekarên dibistanên asta serateyî ye. Pirtûk bi taybetî ji ber rewşa xwendekarên asta wan ya zanîna kurdî ne wekhev û ji bo polên tevlihev perwerdeyê dibînin, hatiye amadekirin. Di heman demê de di pirtûkê de Hîndekariya Zarokên Pêşdibistanê jî li ber çavan hatiye girtin û bi metodekî piralî hatiye amadekirin. Mijarên pirtûkê ji 33 mijarên sereke yên peyvên di jiyana rojane zêdetir tên bikaranîn hatine hilbijartin. Pirtûk pirtûkeke pirzimanî ye. Bi kurdî, zaravayê kurmancî, soranî, kirmackî/zazakî û almanî. Di her mijarê de di rûpelên pêşîn de giranî li ser zaravayê kurmancî û almanî be jî di rûpelên berdawamiya mijaran de peyvên soranî û zazakî jî hene. Heger derfet hebe, em dixwazin, ji bo zaravayên soranî û zazakî jî wek pirtûkên cuda bidin çapkirin.

Sedemên amadekirina pirtûkê bi duzimanî ji ber armanca pirzimaniyê ye. Dîsa Yekîtiya Malbatên Kurdistan li Almanyayê-Yekmal Pêşdibistanên Duzimanî (kurdî û almanî) damezirandine û li wan pêşdibistanan hîndekariya duzimanî tê dayin. Sedemekî din jî li derî welêt bi taybetî li Almanyayê zimanê kurdî ji bo zarokên gelek malbatên kurd, êdî bûye mîna zimanê duyemîn an wek zimanê biyanî. Divê em di amadekirina materyalên dersên kurdî û medodên dersdayinê de li gorî vê rewş û rastiyê tevbigerin û hinek bernameyan amade bikin. Ji aliyê din ve materyalên dersên zimanê dayikê yên bi duzimanî bi zimanê perwerdeyê re hevbeş be, ev alîkariya hînbûna zimanê almanî û piştgiriya pêşveçûna perwerdeya giştî jî dike.

Pirtûka Gencîneya Peyvên Bingehîn ji aliyê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa, bi hevkariya Akademiya Yekmalê ya Ziman, Perwerde û Lêkolînê hatiye amade û çapkirin. Amadekarên vê pirtûkê yek jê jî gorbihuşt Mamoste Fewzî Özmen e. Yek jî serokê saziya Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMKê birêz Mamoste Samir Kheder Abde û yek jî ez im. Bêyî van hinek heval û endam û rêveberên Yekîtiya Mamosteyên Kurd ku navên wan li ser berga pirtûkê ne, kedek hêja dan vê berhemê. Dîsa berpirsiyarê Akademiya Yekmalê ya Ziman, Perwerde û Lêkolînê Mamoste Şerif Derince ji bo vê pirtûkê şêwirmendiya zanyarî kir. Ji hemûyan re gelekî spas.

Bi vê pêywendiyê ez dixwazim bi taybetî wek amadekarekî vê pirtûkê yê sereke Mamoste Fewzi Özmen bi rêzdarî bi bîr bînim. Mamoste Fewzi di vê pirtûkê û di hemû pirtûkên Yekîtiya Mamosteyên Kurd de (nêzî 30 pirtûk) her dem roleke sereke lîstiye. Ji amadekirinê bigire, heta rûpelsazî, redeaksiyon û di aliyên teknîkî yên din de ew rêber, şêwirmend û hevkarê me bû. Mamoste Fewzi, di heman demê de rewşenbîr, xemxwar, kadkar û nivîskarê zimanê kurdî bû.

Ez bi xwe û bawer dikim, piraniya me yên niha li vir mamsoteyên zimanê kurdî ne, deyndarê wî ne. Gelek keda wî li ser me heye. Mamoste Fewzi bi helwesta xwe ya maqûl û xebatên xwe yên ziman, di nava me de wek tîmsalekî zîndî û çalak bû. Mamoste ne tenê wek nivîskar û zimanas karên teorîk, bi çalakvaniya xwe jî her dem di nava xebatên zimanê kurdî de cih digirt. Ji ber kadkariya wî ya giranbuha dema hêj ew li jiyanê bû, di kongireya Yekîtiya Mamosteyên Kurd ya dawîn de ji bo qedirnasiya keda wî ew wek Endamê Yekîtiya Mamosteyên Kurd yê Rûmetê hatibû hilbijaratin. Mamoste layiqî vê rûmetê bû û le ser rûmeta xwe ji nava me koç kir. Mixabin Mamoste Fewzi ji kîsê hemû kurdan û zimanê kurdî çû. Her dem gazinc û rexneyên wî di derberê xemsariya malbat, sazî û rêxistinê Kurd li hember zimanê kurdî de bû. Hêvîdar im ku em ê, rêça wî wek daxwaza dilê wî bişopînin. Roja Mamoste Fewzî çû ser dilovaniya xwe, ev pirtûk derket, mixabin wî pirtûk nedît. Lê wî li dû xwe wek vê pirtûkê gelek xebat û berhemên hêja hîştin. Ya mirovan nemir dike jî ev e. Wek gotina dawî, ez heval, dost û mamê (min jê re digot Mamo) xwe yê hêja, dilovan, nefbiçûk, welatperwer, êvîndar û cafakarê zimanê kurdî Mamoste Fewzi bi rêzdarî, minet û hisret bi bîr tînim.

Abdulkadir Ulumaskan


BERDEWAM BIKE

EM DIKARIN TISHTEKÎ HINBIBIN