Ev komisyona Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa-YMK ye û ji bo amadekirina materyalên dersa zimanê kurdî hatiye avakirin. Komisyon materyalên dersê ji aliyê pedagojîk, dîdaktîk, metodîk, rêzimanî û karê redektekirinê de dinirxîne û amade dike.

Komisyon ji bo hewcedariya dersên zimanê dayikê (kurdî) pêdiviya materyalan destnîşan dike û ji bo vê plansazî û bernameyekê amade dike û li gorî xalên jêrîn dixebite.

  1. Pirtûkên dersa zimanê dayikê yên xwendin û xebatê
  2. Materyalên dersê yên alîkar (Ferhengok, Memory, Domîno ûwd.)
  3. Materyalên duzimanî (kurdî-almanî)
  4. Materyalên dîtbar û bihîstbar
  5. Materyalên dijîtal
  6. Çîrok, lîstikên pedagojîk ûwd.

Hûn dikarin hemû materyalên me li ser lînka jêr bibînin û bi awayekî dijîtal daxwaz bikin.

www.denge-mamoste.com