Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa-YMK ji bona dersên zimanê dayikê yên kurdî, zaravayê kurmancî pirtûkek nû amade û çap kir. Ev pirtûk ji bo zarokên kurd ên ku li dibistanên Almanyayê bi fermî diçin dersên zimanê kurdî, pola yekemîn hatiye amadekirin.
Armanca pirtûka Kurdî 1 (kurmancî), bi hînkirina alfabeya kurdî ya latînî re, hînkirina; axavtin, xwendin û nivîsandina peyvên bingehîn e. Di heman demê de bi van peyvên tên hînkirin re hevokên hêsan ên axavtina rojane li gorî asta dibistanên serate jî tên avakirin.
Pirtûk bi çavdêriya Komisyona Materyalên Perwerdeyê ya YMKê, ji aliyên, pedagojîk, metodîk û dîdaktîkî ve hatiye nirxandin û wek pirtûka dersa zimanê kurdî hatiye pejirandin. Pirtûk bi alîkariya Fedrasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî hatiye çapkirin.
Pirtûk ji sê beşên sereke pêk tê
- Xwendin û nivîsandina tîpan û bilêvkirina peyvên bi heman tîpan
- Xwendin û nivîsandina tîp û peyvan û kîtekirina heman peyvan
- Xwendin û nivîsandina peyvan û hevokên hêsan ên bi van peyvan
Kurdî (Kurmancî) 1 / Kurdisch 1
Nivîskar: Abdulkadir Ulumaskan, Mahmut Aydin
Edîtor: Abdulkadir Ulumaskan
Weşanxane: Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd
Cih û dema çapê: Çapa yekem, Almanya, Cotmeh, 2024 Pîvanên pirtûkê: A4 (21 X 29,7 cm), 154 rûpel
ISBN: 978-3-939844-82-2
Bihayê pirtûkê: 13 €
Xwestina pirtûkê: bestellservice@denge-mamoste.com