Pêşveçûna Pişeyî (Profesyonelî) û Nûjenî di Hîndekariya Kurdî de li Almanyayê Hîndekariya Kurdî li Almanyayê sal bi sal pêş ve diçe û her sal hejmara xwendekarên dersên kurdî û mamosteyan zêde dibin. Lê belê, derfetên perwerdehiya mamosteyên kurdî yên taybetî ji bo zimanê kurdî hêj jî gelek kêm in. Mamoste piranî li gorî derfetên xwe yên sînorkirî hewl didin ku ji bin zehmetî û astengiyên kar yên mîna çareserkirina mijara cudahiyên devokî, ferqa di navbera zimanê nivîskî û ya devkî, kêmbûna materyalan û hwd. derkevin. Mamosteyên kurdî beşdar dibin semînerên perwerdehiyê yên giştî ji bo hemû mamosteyên dersên zimanê dayikê ku gelek caran ne li gorî pêdiviyên mamosteyên kurdî ne. Semîner û kargehên ji bo mamosteyên kurdî jî ne li gorî rêbaz û bernameyeke daîmî ye, zêdetir li gorî pêdivî û derfetên demkî pêk tên. Di ser wan hemûyan da jî, mamosteyên kurdî her wiha mecbûr dimînin ku malbata îkna bikin ji bo qeydê zarokan; li hemberî gef û siyasetên dewletên dijî kurdan û kurdî têbikoşin; xwendekarên ku astên wan ên zimanî gelek ji hev cuda perwerde bikin û hwd. Lewma, bernameyên daîmî û xweyî bingeheke zanistî yên ji bo pêşveçûna pîşeyî (perwerdehiya navxweyî) yên taybetî ji bo hîndekariya kurdî li Almanyayê gelek girîng û hewce ne.
Wek komîsyona perwerdehiya navxweyî ya Komeleya Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK), em dixwazin vê valahiyê dagirin û bibin bersiv ji bo pêdivî û hewcedariyên mamosteyên kurdî li Almanyayê. Lewma jî em dixwazin bernameyeke salane ya rêzekargehan amade bikin û bi rê ve bibin. Ev bername dê ne tenê bibe platformeke ku derfetên xwepêşvebirinê pêşkêş bike, her wiha bibe alîkar ku mamoste ji hev dû jî hîn bibin, hevkariyeke xurt navbera wan de çêbe û çavkaniyên xwe bi hev dû re parve bikin, baştir bikarin bersiv bibin daxwaz, bendewarî û hewcedariyên xwendekar û malbatên wan û ser de jî hîndekariya kurdî li Almanyayê pêş ve bibin wek aktorên herî girîng ên zimanê kurdî.
- Çiqas: Mehê carekê
- Rêbaza zanistî: Perwedehiya rexneyî, rêbaza xwendewariya rexneyî
- Cih: Online, li ser bernameya Zoomê
- Format: Her kargeh dê ji du beşan pêk were:
- Beşa Pêşkêşiya Pisporî (qasî saetek): Ew ê ji bo her kargehê pispor an ji porspiyek di warê mijara kargehê de were vexwendin ji bo ku bingeha pisporî ya mijara kargehê pêşkêş bike û bingehê ava bike ku nîqaş û xebat li ser were danîn.
- Nîqaş û xebata piratîk (qasî saetek): Dê beşdar di nav komên piçûk de bi hev re bixebitin da ku fikrên çareserî an jî mînakên kêrhatî ji bo mijara hatiye
Pesenda beşdarbûnê: Li dawiya van rêzekargehan dê pesendên beşdarbûnê (Teilnahmebescheinigung) bi wan mamosteyan bê dayîn ên ku rêjeya beşdarbûna wan ne ji 80% kêmtir be, anku ji 5 jivanan di 4an de beşad bibe.
- Cudahiyên Devokî û Ferqa Di Navbera Zimanê Nivîskî û Zimanê Devkî de (Dr. Michael Chyet – 24 Sibat. 19:00 – 21:00)
- Zimanê Standart/Standarkirin di Hîndekariya Kurdî de (Dr. Michael Chyet, 24 Adar, 19:00 – 21:00 )
- Hîndekarî û Materyalên Xweyî Hişyariya Zayendî (Münevver Azizoglu-Bazan, 28 Nîsan, 19:00 – 21:00)
- Bikaranîna Materyal û Çavkaniyên Dijîtal (Dr. Şehmus Kurt, 26 Gulan, 19:00 – 21:00)
- Mamostebûn û Mamostetiya Kurdî (Şerif Derince, 23 Xezîran, 19:00 – 21:00)
- Ev bernameya rêzekargehan zêdetir ji bo mamosteyên dersên zimanê kurdî li Almanyayê hatiye amadekirin. Lê belê, mamosteyên kurdî yên li welatên din ên dîasporayê jî dikarin beşdar bibin.
- Bername tenê ji bo mamosteyên kurdî ye.
- Beşdarbûna bernameyê bêpere ye.
- Saetên kargehan li gorî dema Almanyayê ne.
- Mamosteyên qeydên xwe çêdikin, divê beşdarî hemû kargehan bibin.
- Li dawiya bernameyê, dê beşdarname were dayîn.
Ji bo têkilî:
E-mail: info@denge-mamoste.com