Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK) ji bo dersên zimanê dayikê yên kurdî, pirtûkek nû “Hînbûna Kurdî – Kurmancî (Asta Seretayî)” çap kir.
Ev pirtûk bi taybetî ji bona zarokên kurd, ên li dibistanên Almanyayê diçin dersên zimanê kurdî ye. Pirtûk li gorî Asta Destpêkê hatiye amadekirin. Di pirtûkê de bi giştî 18 mijarên sereke yên jiyana rojane hene û pirtûk bi tevayî 126 rûpel in.
Armanca pirtûkê, li gorî Asta Seretayî/Destpêkê, hînkirina; têgihiştin, axavtin, xwendin û nivîsandina peyvên bingehîn e.
Di pirtûkê de mijarên wek xanî û beşên xênî, malbat û endamên malbatê, xwarin û vexwarin, mêwe û sebze, laş û kinc, alavên dibistanê, ajalên kedî û kovî, navê rengan û mijarên hwd. hene. Her mijarek ji 12 peyvên herî zêde berbelav tên bikaranîn, pêk tê.Her mijarek 7 rûpel in û her rûpel jî bi hîndariyên ji hev cihê hatine amadekirin.
Bi metod û teknîkên pedagojîk ên cuda, ji bo têgihiştina şiyanên; axavtin, xwendin û nivîsandinê, naveroka pirtûkê hatiye dewlemendkirin. Di her beşê de hîndariyên bilêvkirinê hene. Bi vî awayî, pêşvebirina şiyana axavtinê hatiye ewlekirin. Di her mijarê de tevî hînkirina peyvan, bi devikî hevok jî tên sazkirin.
Ji ber gelek zarokên kurd ên beşdarî dersên zimanê kurdî dibin, pir kêm bi kurdî dizanin û êdî ji bo wan kurdî, bûye wek zimanê duyemîn. Lewma jî ev pirtûk li gorî metodên Dersa Zimanê Duyemîn hatiye amadekirin.
Pirtûk wek pirtûkek duzimanî, bi kurdî û almanî ye. Di her beşê de hemû peyvên kurdî tevî zayendên wan û yên almanî jî tevî artîkelên wan li hemberî hev hatine nivîsandin.
Hînbûna Kurdî – Kurmancî (Asta Seretayî)
Amadekar/nivîskar: Abdulkadir Ulumaskan
Komxebat: Haydar Deniz, Yücel Demirtaş
Şêwirmendiya pedagojîk: Dr. M. Şerif Derince
Redaksiyon: Rêzan Demir, Samir Kheder Abde, Alişêr Sayan
Weşanxane: Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Gulan 2026
ISBN: 978-3-939844-83-9
Têkilî ji bo xwestina pirtûkê: bestellservice@denge-mamoste.com
