YMK di Cejna Zimanê Kurdî de li gelek bajarên Almanyayê beşdarî çalakiyan bû

15. Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajarên Almanyayê bi coş û heyecan hate pîrozkirin. Mamoste, akademîsyen, nûnerên sazîyan, dêûbav û gelek kesên ji civaka kurd di çalakiyên cuda de civiyan. Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK), ji bo bal kişandina ser girîngiya zimanê dayikê û rola perwerdehiyê di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de, di gelek bername û panelan de cih girt.

Li Herfordê Zehmetî û Çareseriyên Perwerdehiyê Hatin Behskirin

Di 15.05.2026, li bajarê Herfordê di panela ku ji aliyê YEK-MALê ve hatiye rêxistin de, mamoste Semîr Xidir Ebdî Serokê YMKê û mamoste Abdulkadir Ulumaskan li ser navê YMKê beşdarî çalakiya cejna zimanê kurdî bûn û her yek ji wan semînerek ji bo amadebûyan pêşkêş kir.

Di vê panelê de mamoste Semîr li ser rewşa dersên zimanê kurdî li Almanyê axivî. Anî ziman ku li Almanyayê li heft herêman dersên zimanê kurdî bi awayekî fermî tên pêşkêşkirin û nêzîkî 3.500 xwendekar beşdarî van dersan dibin. Ev hejmar li gorî hejmara kurdîaxêvan pir kêm e. Divê hemê sazî û alî girîngiyê bi zimanê kurdî bidin. Di tewerekî din yê axaftina xwe de mamoste Semîr behsa dîroka roja zimanê kurdî kir. Anî ziman ku di 15.Gulana sala 1932an Kovara Hawarê li Şamê bo careka yekê bi tîpên latînî hat weşandin, ji ber girîngiya vê bûyerê ev roj wek Roja Zimanê kurdî hatiye deynane.

Mamoste Abdulkadir Ulumaskan li ser rewşa dersên zimanê kurdî li bajarên Bielefeld û Herforde axivî. Di axaftina xwe de mamoste Abdulkadir girîngiya zimanê kurdî tîne ziman. Û dibêje ku zimanê me nasnameya me ye, divê em zimanê xwe biparêzin. Ji aliyekî din ve behsa şertûmercên dersên zimanê dayikê kir.

Her weha got ku pêdivî ye li ser perwerdehiya mamosteyan, amadekirina pirtûkan û rêbazên nû yên fêrkirinê zêdetir were xebitandin.

Li Enstîtûya Kurdî ya Almanyayê Rewşa Ziman li Diasporayê Hate Nirxandin

Di 15.05.2026an de, di panela onlayin ya ku ji aliyê Enstîtûya kurdî ya Almanyayê ve hatiye lidarxistin de, mamoste Semîr Xidir Ebdî bi berfirehî li ser rewşa zimanê kurdî li Almanyayê rawestiya.

Wî diyar kir ku gelek malbat, ji ber şert û mercên jiyanê, carinan nikarin wek pêwîst zimanê kurdî li malê bikar bînin. Wî got ku teknolojî, medyayên civakî û şertên jiyana rojane bandorê li ser şêwazê axaftina zarokan dikin.

Li gorî nirxandina wî:

“Parastina ziman tenê bi gotina ‘divê em zimanê xwe biparêzin’ pêk nayê. Divê pirtûk bêne xwendin, çîrok bêne gotin, zarok bi zimanê xwe bilîzin û ziman bikeve nav jiyana wan a rojane.”

Li Recklinghausenê Girîngiya Ziman di Avakirina Civakê de Hate Nîqaşkirin

Di 17.05.2026an de, di çalakiya ku ji aliyê Komeleya Kurdistanê ve li Recklinghausenê hate rêxistin de, mamoste Semîr Xidir Ebdî û mamoste Zîn Hisso di vê çalakiyê de beşdar bûn.

Semîr Xidir Ebdî serokê YMKê di nirxandinên xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê. Got ku parastina zimanê dayikê ne bi tenê erkê mamosteyên zimanê kurdî û saziyên perwerdehîyê ye, belku erkê her kesekî ye. Divê her kesek ji aliyê xwe ve hewil bide ku zimanê xwe biparêze, ev parastin jî ji malên me dest pê dike. Pêwîste her kes li mala xwe, di gel zarokên xwe bi zimanê dayikê biaxive.

Her weha mamoste li ser rola ziman di avakirina civakê de rawestiya. Û di axaftina xwe de diyar kir ku eger zarokek zimanê xwe yê dayikê baş fêr bibe, dikare zimanên din jî bi bingeheke bihêztir fêr bibe.

Mamoste Zîn Hisso mamosteya zimanê kurdî li Recklinghausenê jî di axaftina xwe de got ku zimanê dayikê pir girîng e. Û daxwaz ji hemû dêûbavan kir ku bi berpirsyarane tev bigerin û zarokên xwe bişînin dersên kurdî. Eger zarokên me zimanê xwe winda bikin, ew jî wê winda bibin.  Herweha mamoste Zînê got: “Ku zarokek zimanê xwe biparêze, ew peywendiya xwe bi kok û dîroka xwe re jî diparêze.”

Li Dortmundê Pêşeroja Zimanê Kurdî û Zaravayan Hate Gotûbêjkirin

Di şahiya ku ji aliyê Kurdistan Zentrumê ve hate organîzekirin de, Mahmut Aydın li ser navê YMKê axivî.

Wî li ser rola materyalên perwerdehiyê yên ku ji aliyê YMKê ve hatibûn amadekirin agahî dan û got ku ev materyal di veguhastina zimanê kurdî ji nifşekî bo nifşekî din de roleke girîng dilîzin.

Mahmut Aydın herwiha li ser xeteriyên ku li pêşiya zaravayên zimanê Kurdî, bi taybetî Zazakî / Kirmancî / Kirmanckî, hene rawestiya. Wî diyar kir ku zaravayên zimanê Kurdî mîrateke dewlemend in û divê hemû bi heman hestiyarî bêne parastin.

Di nirxandinên xwe de, wî bal kişand ser rola ziman di avakirina kesayetiyê de û got ku ziman şêwaza fikirandinê, hestkirinê û pêwendiyan ava dike.

Wî herwiha behsa zext û siyasetan kir ku di dîrokê de li hemberî zimanê Kurdî hatine meşandin. Wî diyar kir ku tevî gelek astengiyan, zimanê Kurdî hebûna xwe parastiye û gihîştiye roja îro.

Wî got:

“Pêşeroja zimanê Kurdî tenê bi hezkirina ziman nayê avakirin; ew bi xebat, nivîsandin, xwendin û fêrkirina nifşên nû tê avakirin.”