
Komeleya me Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê, bi mazûvaniya Yekmalê û Akademiya Yekmalê, û tevî Şaxa Bremenê ya GEW wekî hevkar konferansa Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ji bo sala 2024’an pêk anî. Konferans bi awayekî hîbrîd (rûbirû û serhêl) di 23 û 24ê Sibatê de li Bremenê pêk hat. Di sempozyûmê de zêdetirî 90 kes beşdar bûn ku di nav wan de siyasetmedar, rêxistinên civakî, pisporên zanistî, perwerdekar, rewşenbîr, dêûbav û aliyên din ên têkildar hebûn. Sernavê sempozyûmê “Hîndekariya Dersên Zimanê Dayikê di Dibistanan de û Duzimanî di Baxçeyên Zarokan de: Bendewarî, Rastîyên Heyî û pêşeroj” bû.