Bernameya perwerdehiya pîşeyî û akademîk a ji bo mamoste û dersdarên zimanê Kurdî li Bremenê dest pê kir. 26 mamoste û dersdar beşdarî bernameyê bûne û perwerde niha bi beşdariya wan tê meşandin. Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK), ku di amadekirin û pêşxistina vê bernameyê de yek ji aliyên hevkar e, di vekirinê de jî bi nûnerên xwe cih girt.
Di merasîma vekirinê de Serokê Giştî yê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê Samir Kheder Abde jî beşdar bû û axivî. Wî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdekirina mamosteyên Kurdî bi rêbazên akademîk, pedagojîk û nûjen.
Bername di çarçoveyeke akademîk de hatiye amadekirin û bi hevkariya Akademiya Yekmalê, saziyên perwerdehiyê yên Bremenê û Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK) tê meşandin. Her wiha aliyê ziman-dîdaktîk ê bernameyê ji aliyê Dr. Dorota Okońska ji Zanîngeha Duisburg-Essenê ve tê şopandin û nirxandin. Armanca bernameyê ew e ku mamoste û dersdarên zimanê Kurdî di warên pedagojî, dîdaktîk, amadekirina materyalên dersê, plansaziya perwerdehiyê û rêbazên nûjen ên hînkirina ziman de xwe pêş bixin. Bi vî awayî tê armanc kirin ku bingeha pîşeyî û akademîk a hînkirina Kurdî li Almanyayê hêztir bibe.
Serokê Giştî yê YMKê Samir Kheder Abde di axaftina xwe ya vekirinê de anî ziman ku perwerdekirina mamosteyên zimanê Kurdî ji bo YMKê armanceke demdirêj bûye. Wî diyar kir ku YMKê di salên borî de ji bo avakirina perwerdehiyeke bi vî rengî bi zanîngeh û saziyên cuda re li Almanyayê û derveyî Almanyayê derfetên hevkariyê lêgeriyaye. Tevî astengiyên ku di vê pêvajoyê de derketine pêşberî wan, YMKê xebatên xwe domandine.
Samir Kheder Abde di axaftina xwe de bi gotinên “Îsal em bi kêfxweşî û serbilindî dikarin bêjin: xewna me pêk hatiye” destpêkirina vê perwerdehiyê nirxand. Wî her wiha bal kişand ser rola mamosteyan di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de û destnîşan kir ku perwerdekirina mamosteyan bi rêbazên nûjen û akademîk dikare ji bo nifşên nû derfetên nû biafirîne.
Di dawiya axaftina xwe de Samir Kheder Abde spasiya kes û saziyên ku di amadekirin û pêkanîna vê bernameyê de ked dane kir û bi taybetî spasiya Dr. Münevver Azizoğlu-Bazan kir.
YMK di vê bernameyê de ne tenê wekî saziyeke hevkar cih digire. Sê mamosteyên xwedîtecrûbe yên YMKê, Emin Akbaş, Samir Kheder Abde û Abdulkadir Ulumaskan, jî wekî dersdar di bernameyê de cih digirin. Wan dê zanîn û tecrûbeyên xwe yên ku bi salan di warê hînkirina zimanê Kurdî de bi dest xistine bi beşdaran re parve bikin.
Di vê gera bernameyê de 26 kes bi awayekî çalak beşdarî perwerdehiyê dibin. Perwerde dê du semesteran bidome û bi giştî ji 220 demjimêran pêk bê. Perwerde hem rûbirû hem jî serhêl tê meşandin. Sê blokên perwerdehiya rûbirû li Bremenê tên lidarxistin û civînên serhêl jî mehê du caran tên lidarxistin. Xebata serbixwe ya beşdaran jî di nav 220 demjimêrên bernameyê de cih digire.
Di perwerdehiyê de baldariya taybet li ser rêbazên hînkirina Kurdî, amadekirina materyalên dersê, plansaziya perwerdehiyê û pêşxistina jêhatîbûnên zimanî tê dayîn. Her wiha beşdar ji bo hînkirina Kurdî di perwerdehiya fermî û nefermî de tên amadekirin.
Beşdarên ku bernameyê bi serkeftî biqedînin û di azmûnên nivîskî û devkî de bi ser bikevin, dê sertîfîkaya dersdariya zimanê Kurdî bistînin. Di belgeya bernameyê de ev wekî sertîfîkaya Akademiya Yekmalê hatiye diyarkirin. Sertîfîka dê jêhatîbûna pedagojîk û ziman-dîdaktîk a beşdaran di warê Perwerdehiya Zimanê Dayikê ya Kurdî de piştrast bike.





