Perwerdehiya Pîşeyî ji bo Mamosteyên Kurdî

Serlêdanên bernameya perwerdehiya pîşeyî ya ji bo mamoste û dersdarên zimanê Kurdî bi dawî bûn. 22 kesan serî li bernameyê da. Vekirina fermî ya bernameyê dê 9ê Îlona 2026an bê lidarxistin.

Li Almanyayê ji bo pêşxistina Perwerdehiya Zimanê Dayikê ya Kurdî gaveke nû tê avêtin. Ji bo mamoste û dersdarên zimanê Kurdî (Kurmancî) bernameyeke berfireh a perwerdehiya pîşeyî hatiye amadekirin.

Bername bi hevkariya Akademiya Ziman, Perwerde û Lêkolînê ya Yekmalê (gGmbH), Enstîtuya Herêmî ya ji bo Xwendinê (LIS), Senatorê Zarok û Perwerdehiyê yê Bremenê (SKB) û Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK) tê meşandin. Aliyê ziman-dîdaktîk ê bernameyê jî dê ji aliyê Dr. Dorota Okońskaya ji Zanîngeha Duisburg-Essenê ve bê şopandin û nirxandin.

Armanca bernameyê ew e ku hejmara mamoste û pisporên xwedî jêhatîbûnên pedagojîk, dîdaktîk û metodîk zêde bibe û bi vî awayî li berfirehkirina dersên Kurdî yên Zimanê Dayikê li dibistanên Almanyayê bibe alîkar.

## Bername ji modûlên cuda pêk tê

Bernameya perwerdehiya pîşeyî ji modûlên cuda pêk tê. Di naveroka perwerdehiyê de baldariya taybet li ser rêbazên hînkirina Kurdî, amadekirina materyalên dersê, plansaziya perwerdehiyê, pêşxistina jêhatîbûnên zimanî û mijarên pedagojîk, dîdaktîk û metodîk tê kirin. Her wiha beşdar ji bo hînkirina Kurdî di perwerdehiya fermî û nefermî de tên amadekirin.

Di çarçoveya vê bernameyê de Modûla 9an dê ji aliyê mamoste û pisporên Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK), Emin Akbaş, Samir Abdê Kheder û Abdulkadir Ulumaskan ve bê dayîn. Ew dê zanîn û tecrûbeyên xwe yên ku bi salan di warê hînkirina zimanê Kurdî de bi dest xistine, bi beşdaran re parve bikin û bi tecrûbeyên xwe tevkariyê li perwerdehiya mamosteyan bikin.

## Perwerde dê du semesteran bidome

Bername dê du semesteran bidome û bi giştî ji 220 demjimêran pêk bê. Perwerde dê bi awayekî tevlihev, hem rûbirû hem jî serhêl, bê meşandin.

Di çarçoveya bernameyê de dê sê blokên perwerdehiya rûbirû li Bremenê bên lidarxistin. Civînên serhêl jî dê mehê du caran, rojên çarşemê di navbera saet 16.00 û 20.00an de pêk bên. Xebata serbixwe ya beşdaran jî di nav 220 demjimêrên perwerdehiyê de cih digire.

## 22 kesan serî li bernameyê da

Bername ji bo mamosteyên ku Kurdî zimanê wan ê dayikê ye, xwendekarên beşên mamostetiyê, mamosteyên koçber an penaber ên ku perwerdehiya xwe bi Kurdî dîtine û kesên xwedî sertîfîkaya zanîngehê hatiye amadekirin.

Kesên ku herî kêm du semesteran di beşeke têkildar de xwendine jî dikarin beşdarî bernameyê bibin. Mamosteyên ku niha di sîstema dibistanan de dersên Kurdî yên Zimanê Dayikê didin, dikarin modûlên cuda yên bernameyê bigirin.

Ji bo tevlêbûnê divê kes xwedî sertîfîkaya zanîngehê be, di beşeke têkildar de qeydkirî be an jî di dibistanan de çend salan tecrûbeya pîşeyî hebe. Serlêdanên bernameyê niha girtî ne.

## Di dawiya bernameyê de sertîfîka

Beşdar divê heta roja azmûna dawîn asta zanîna xwe ya zimanên Almanî û Kurdî di asta C1 a Çarçoveya Hevpar a Ewropî ya Referansê ji bo Zimanan (CEFR) de bi sertîfîkayekê piştrast bikin. Akademiya Yekmalê dê ji bo beşdaran azmûna Kurdî ya asta C1 jî li dar bixe.

Ji bo mamosteyên ku di sîstema dibistanên Bremenê de kar dikin, tevlêbûna bernameyê dê wekî perwerdehiya pêvek a pîşeyî bê qebûlkirin.

Beşdarên ku di azmûnên nivîskî û devkî de bi ser bikevin, dê sertîfîkaya Akademiya Yekmalê ya dersdariya zimanê Kurdî bistînin. Ev sertîfîka dê jêhatîbûna wan a pedagojîk û ziman-dîdaktîk di warê Perwerdehiya Zimanê Dayikê ya Kurdî de piştrast bike.