Du mamosteyên nû

Li eyaleta nordrhein-wetfalenê ya almanyayê du mamosteyên kurdî hatin tayînkirin.
Li Eyaleta Nordrhein-Westfalenê li bajarên Borken û Krefeldê 2 mamosteyên nû yên kurdî hatin tayînkirin.
Mamoste Ceylan Zîn Hisso li bajarê Borkenê û Mamoste Omar Reshed Awdî jî li bajarê Krefeldê wek mamosteyên kurdî ên HSUyê hatin wezîfedarkirin.
Malbatên Kurd û zarokên wan ên ku bi salan li van her du bajaran dijiyan, li hêviya vê pêşketina erênî bûn.

Ji sala 1998an vir ve li vê eyaletê li dibistanan dersên kurdî tên dayîn. Bi van her du tayînkirinên nû, hejmara mamosteyên kurdî li Nordrhein-Westfalenê derket 20an, her wiha bi her 5 eyaletên mayîn ên dersên zimanê kurdî lê tên dayîn re hejmara mamosteyên kurdî jî gihîşt 32an.Ligorî
agahiyên heyî li Nordrhein-Westfalenê ji polên yekem heta dehemîn li 68 dibistanan dersên kurdî tên dayîn.
Bi van dersên ku dikarin hefteyê heta 5 saetan bidomînin, heta niha 18 mamoste li seranserê eyaletê perwerdeyê didin 842 xwendekarên Kurd.

Bi tayînkirinên nû re li vê eyaletê hejmara mamosteyan derket 20′ û li Almanyayê hejmara giştî derket 32an.