Rêzekargeha YMKê ya Dawîn

Rêzekargeha Mamosteyên Kurdî bi semînera dawîn qediya. Rêzekargeha salane ya Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMKê, ya pêşvexistina pîşeyî ji bo mamosteyên zimanê kurdî li Almanyayê hate lidarxistin, bi semînera dawîn a Dr. Şerîf Derince bi dawî bû.

Di xeleka dawîn de, Dr. Derince di warê “Mamostebûn û Mamostetiya Kurdî” de, lêkolîn û zanyariyên xwe yên akademîk pêşkêşî bêşdarên xeleka semîneran a dawîn kir. Ew li ser şertên destpêkirina pîşeyî, belgeyên pêwîst, kurs û prosedurên fermî yên xebatê sekinî. Her weha, Dr. Derince semînara xwe di derbarê pêdiviyên girîng ên mamosteyên kurdî û karûbarên wan di dema destpêkirinê de berfirêh da zanîn.

Piştî pêşkêşiyê, mamosteyên beşdar serpêhatî û azmûnên xwe bi hev re parve kirin. Di nîqaşan de, bi taybetî li ser astengiyên fermî û girîngiya hevxebata bi malbatan hate rawestandin.
Ev semînera ku li ser Zoomê hate lidarxistin, yek ji rêzekargehanên bernameyê bû ku li gorî pêdiviyên taybet ên mamosteyên zimanê kurdî hatine amadekirin.
Bi dawiya vê semînerê de, rêzekargeh bi tevahî bi serketin qediya û ji bo pêşerojê, ji bo fêrbûn û hîndariya kurdî agahî û zanistên pedagojîk hatin pêşkêşkirin.

Pistî bidawîbûna semînaran 21 mamoste û hîndekaran bi serkeftî mafê beşdarnameyê bi dest xistin. Wê di rojên pêş de beşdarname bi van hevalan re bên ragihandin.