Rêzesemînerê YMKê Berdewam in

Di semînera me ya vê hefteyê de, di çarçoveya semînerên saziya me de mijara di dersên zimanê dayikê de wekheviya cinsî û nêzîkbûna hînkirina cinsî hat nîqaşkirin.
Di semînerê de 24 perwerdekar amade bûn û semîner ji zanîngeha Bremenê Dr. Münnever Azizoglu – Bazan hat pêşkêş kirin. Dr. Azizoğlu – Bazan naverok û rêbazên materyalên ku di hînkirina zimanê dayikê de têne bikar anîn analîz kir û ji bo materyalên hînkirinê de dîtin pêşniyarên xwe parve kir.
Wê bi taybetî jî bal kişand ser nêzîkatiya baviksalarî ya li dijî jinan a di civaka Kurd de.

Dr. Münnever Azizoglu-Bazan diyar kir ku di civakeke ku nêzîkatiyên baviksalarî, zayendperest serdest in de perwerdehiya ku ne li ser wekheviya jin û mêr e,nikare
bibe perwerdeyeke demokratîk û destnîşan kir ku divê ev zihniyet di dibistana seretayî de bê terikandin û zihniyeta zarokan, divê malbat û civak di warê naverok û derbirînê de li ser wekheviyê bin û divê naveroka dersan li gorî wê were sêwirandin û diyar kir ku îro ev yek pir girîng e.

Beşdar bi motîvasyoneke mezin beşdarî semînerê bûn û piştî xebata komê, perwerdekaran nêrîn û pêşniyarên xwe yên cuda cuda pevguherîn. Piştî ramanên berawirdî, nerîn û pêşniyarên derbarê materyalên lêkolînkirî de, beşdaran nêrîna xwe li ser tiştên ku di qonaxa bersivdayînê de dikarin bêne kirin û kîjan materyalên dersê hemdemtir in û ji hêla xwendekarên dema me ve têne tercîh kirin, dan.