Komela Ronak û saziya me Yekîtiya Mamosteyên Kurd – YMKê li Almanya bajarê Bochumê bawernameyên Zimanê Kurdî dan Zarokên kurdan.
Li bajarê Bochum, li Amanya Komela Ronak ya Çandî û Civakî û YMKê di bin diruşma “Zimanê me, Hebûn û Nasnameya me ye” de ahenga wergirtina bawernameyên zimanê Kurdî li dar xistin.
Kursên online ji alîyê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê û Komeleya Ronak. e.V. tên serperiştîkirin û ev kurs Mamoste Mihemed Keleş bi rê ve dibe. Bi astên cur be cur 300 xwendekar beşdarî van kursan dibin. Di ahengê de 120 xwendekar û 180 kesên ji malbatan, bi tevahi 300 kes amade bûn.
Serokê YMKê Samir Kheder Abde dîtin û ramanên Saziya me ya li ser giringî û wateya zimanê dayîkê de anî ziman û xwest her kurdek bi hemû derfetên xwe li ziman û çanda me xwedî derkeve.
Di ahengê de berpirsyara Komela Ronak anî ziman ku xebata wan ji bo parastina Kurdî ye li welatê Almanya.
Dîsa parlementerê SPD birêz Serdar Yuksel li ser giringî û parastina ziman axifî û piştgiriya xwe bi civaka amade re ragihand.
Dersdar û rêvebirê kursê hevalê me Mamoste Keleş jî got, ku ziman sitûna civakê ye û bi parastina wê civaka Kurdî li Almanya li ser piyên xwe bimîne.
Şahiyê bi kêfxweşî, mûzîk û coşeke mezin dest pê kir û heta dawiyê bi bi vê tempoya bi aheng meşiya.
Gelek hunermend û rêxistin bi payam û awazên xwe beşdarî şahiyê bûn piştgiriya xwe ji bo vê çalakî û xebatên bi vî rengî ragîhandin.