Di dîroka mirovatiyê de hatiye dîtin û ispatkirin ku ziman stûna hebûna netewîbûnê ye. Ji ber vê girîngî û hişmendiya netewî jî netewperwerê mezin û hêja, gorbuhişt, Celadet Bedirxan, di destpêka hejmara Hawarê ya yekem de weha nivîsiye: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; Dikare Xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.”
Ji ber vê sedemê jî dagirkerên Kurdistanê, ji bo bîr, bawerî û hişmendiya netewa Kurd, bifetisînin; Xwestine û hîn jî dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin. Loma zimanê kurdî qedexe kirine, biçûk xistine û ji ber zimanê kurdî bi sed hezaran Kurd, bi awayên hovane ceza û qetil kirine.
Lê gelê Kurd jî li dijî hemû zordarî û komkujyan, bi berdêl, qehremanî û berxwedaneke gelekî mezin, ziman û çanda xwe bi sedsalan parastine û heta îro anîne. Di dû re heman dagirkeran xwestine bi siyasetên qirêjî û asîmlasyonê zimanê kurdî tune bikin. Pêvajoya vê siyaseta asîmlekirinê zêdeyî sed salî ye bê navber dom dike. Niha jî dijminê gelê Kurd û Zimanê Kurdî, bi hemû hêza xwe ya leşgerî, siyasî, aborî, teknolojîk ûwd. li dij Zimanê Kurdî di nava êrişeke mezin de ne û dixwazin Zimanê Kurdî tune bikin.
Lê mixabin, îro em jî wek Kurd, li beramberî ewqas berdêlên gelekî mezin û hêjayî wan berdêlan, zimanê xwe baş naparêzin û lê xwedî nernakevin. Divê em hev û xwe nexapînin û nebêjin: “Em gelekî 40-50 milyon in, zimanê me zimanekî kevnar û dewlemend e û ji holê ranabe.” Belê rast e, Zimanê Kurdî zimanekî kevn û dewlemend e. Lê heta niha bi hezaran ziman tune bûne. Heger Zimanê Kurdî heta îro mabe, ji ber berxwedanên mezin maye. Lê gelo niha bi rastî em ji bo zimanê xwe, çiqasî li ber xwe didin, em çiqasî zimanê xwe girîng dibînin û bi zarokên xwe didin fêr kirin? Divê hemû sazî, rêxistin, dê û bavên Kurd vê pirsê cidî cidî ji xwe û hev bikin!
Tecrubeyên dîrokî û zanistiyê jî nîşan didin ku zimanê ji dê û bavan derbasî zarok û neviyên wan nebe, bi mirina wan re ew ziman jî dimire. Belkî hetanî radeyekê mirov ji ber çewisandinê rewşa ziman a li welêt hinekî fêm bike. Lê li Awrûpa bi taybetî jî li Almanya derfet û mafê dersên Zimanê Kurdî bi fermî heye lê ji %10 Kurd, zarokên xwe naşînin dersên Zimanê Kurdî. Gava ev dê û bav bimirin û zarokên xwe jî fêrî zimanê xwe nekiribin, mixabin Zimanê Kurdî jî wê bi wan re biçe goristanê.
Dibe ku di vê roja Cejna Zimanê Kurdî de me rewşa xwe hinekî bi reşbînî anî zimên. Lê mixabin; Bi rastî jî him li welêt him jî li derveyî welêt, kula me ya xedar ev e. Hetanî em destên xwe nedin ser birîna xwe û derman nekin, ev kul wê bibe rîşeke mirovxwir. Loma divê em li xwe mikur werin û ji vê rewşa xwe ya xirab re çareyekê bibînin. An na em ê nikaribin, zimanê xwe ji xeteriyê biparêzin.
Bi vê bîr, bawerî û xemwariya xwedîlêderketina zimanê xwe; em wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin û bi peywendiya vê rojê, em careke din, mîrê kurdiya nûjên, Mîr Celadet Bedirxan, hemû cangorî û kedkarên zimanê kurdî, bi rêz û minet bi bîr tînin.
15.05.2025 YEKÎTIYA MAMOSTEYÊN KURD LI ALMANYAYÊ-YMK