Semînera Pêşxistina Pîşeyî

Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) bi hevkariya Sendîkaya Perwerdehî û Zanistê (GEW) semînereke pêşxistina pîşeyî li Hattingenê li dar xist.
Ev çalakî di rojên 09.04.2025 û 10.04.2025an de bi tevlîbûna 15 mamosteyan pêk hat.
Nûnerê Sendîkaya GEWê Zülfi Gürbüz, derbarê mafên Mamosteyên Dersên Dayikê (HSU), çarçoveya hiqûqa kar û astengiyên ku mamosteyên Kurd rû bi rû ne de pêşkêşek kir.
Piştî navbereke kurt, pisporê zimanê kurdî Dr. Abdullah Incekan li ser pêşxistina û bikaranîna materyalên perwerdeyê ji bo bernameyên HSU û pirzimanî pêşkêşek berfireh kir.
Di roja duyemîn a semînerê de Samir Kheder Abde li ser entegrasyona medyaya dîjîtal a di pêvajoya perwerdehiyê de pêşkêşek kir.
Piştî vê pêşkêşê Abdulkadir Ulumaskan li ser bernameyên HSUyê û rêbazên didaktik ên ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî pêşkêşkirinek kir.
Emin Akbaş li ser nêzîkatiyên pedagojîk, rêbazên perwerdehiyê û bikaranîna lîstikên perwerdehiyê di dersxaneyan de beşdar bû.
Yûsif Bilgiç li ser mijarên teşwîqkirina perwerdeya zimanê zikmakî (HSU) û analîza rewşê pêşkêşek kir.
Semîner bi parvekirina şîroveyên beşdaran bi dawî bû.